FR: Erdogan li dijî Kurdan şerê jîngehê dike

Rojnameya Frankfûrter Rûndschaû bal kişande ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên hikûmeta AKP-MHP'ê.

Di nivîsa bi îmzeya Phîlîppe Pernot ya bi sernavê “Erdogan li dijî Kurdan şerê jîngehê dike” ku di yek ji rojnameyên navdar ên Elmanyayê Frankfûrter Rûndschaû (FR) de hate weşandin de, bal hat kişandin ku dewleta Tirk çavkaniyên ava ku diçe Bakurê Sûriyê qut kiriye, darên zeytûnan bombebaran kiriye an jî şewitandiye.

Di nivîsê de hat bibîrxistin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ser prensîbên ekolojî, wekheviya zayendî û demokrasiyê hate avakirin û hate gotin, “Lê belê ev hemû destketî niha di bin xeteriya krîz û ziwatiyê de ne. Piştî ku Tirkiye axa Sûriyê dagir kir, pirsgirêka jîngehê bû navenda şer û pevçûnan. Ev şerê ku ne bi temamî dijwar be jî niha li ser herêma kesk ê Firatê tê rêvebirin.”

'PIŞTÎ ÎLANA RÊVEBERIYA XWESER HERIKÎNA AV KÊM BÛ'

Di nivîsê de her wiha hate destnîşankirin ku li gorî peymana sala 1987’an hatiye îmzekirin divê dewleta Tirk di serê her saniyê de 500 metrekup av biherikîne Sûriye û Iraqê û cih daye axaftinên berpirsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derweş:

“Lê bi avakirina Rêveberiya me ya Xweser re herikîna avê kêm bû. Niha rêjeya ava ku Tirkiye dihêle biherike 250 metrekup e. Bê guman kêmkirina vê herikînê wê ji bo 5 mîlyon mirovên li herêmê û jîngehê dijîn encamên berbiçav derxe holê. Pir eşkere ye ku Tirkiye bi vê taktîkê dixwaze çi bike; bi lewazkirinê re dixwaze herêmê bi dest bixin.”

'DEWLETA TIRK SIVÎL Û QENALÊN AVÊ BOMBE DIKE’

Nûçegihana rojnameyê Pernot nêrînên xwe têkildarî ziwabûn ava Firatê ya ku bandorê li ser Til Temerê kiriye wiha anî ziman:

“Li Til Temerê ya ku beriya şer 40 hezar Asûrî lê dijiyan, niha derdora hezar Suryanî dijîn. Til Temer di bin metirsiya giran a ziwabûnê de ye.”

Her wiha di nivîsê de bal hat kişandin ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Til Temer û gotina şêniyê herêmê Mehsen Elî Xelîl wiha hat parvekirin: “Dewleta Tirk sivîl, zarok, zevî, kanalên avdanê û istasyona pompexaneyên avê bombebaran dike. Ji ber êrîşên Tirkiyê êdî em nikarin wek berê zeviyên xwe av bidin, ji ber ku ceyran tê birîn. Carinan 10 rojan em bê ceyran dimînin.”

DARÊN ZEYTÛNÊ YÊN BI HEZARAN SAL HATIN ŞEWITANDIN

Di nivîsa rojnameyê de her wiha bal hat kişandin ser ziyanên li jîngeha Efrîn û Serêkaniyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Hate diyarkirin ku li Efrînê darên zeytûnan ên bi hezaran salî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine şewitandin û bombekirin, li Serêkaniyê jî zeviyên çandiniyê hatine şewitandin û kanî bi zanebûn hatine zuwakirin.

Hûn dikarin li ser lînka jêrîn xwe bigihînin nûçeya rojnameya Frankfurter Rundschau:

 

 

 https://www.fr.de/politik/die-zerstoerung-der-umwelt-soll-rojava-ausloeschen-91728757.html