Firaz Dag li Londrayê hate bîranîn

Rojnameger, sînemager û şervanê YPG’ê Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku li Reqayê şehîd bûbû li Londrayê hate bîranîn.

Rojnameger, sînemager û şervanê YPG’ê Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku ji Îngîltereyê çûbû Rojava û tevlî nav refên YPG’ê bûbû di 26’ê Îlona 2017’an de li Reqayê di êrişeke DAÎŞ’ê de şehîd bûbû.

Heval, hevrê, malbat û xizmên wî vê sibehê li Goristana Hîghgate ya Londrayê li hev kom bûn û kulîlk danîn ser gora wî.

Piştre li avahiya KCC’ê ya li Harîngeyê ji bo çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Dayika wî Yadê Zeynep û nûnerên saziyên demokratîk jî di nav de bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna şoreş û demokrasiyê dest pê kir û girseyê bi hev re sirûda Ey Reqîbê got.

Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Poyraz di bîranînê de axivî û diyar kir ku Firaz Dag bi jiyan û helwesta xwe welatparêziyeke mezin nîşan da û got “Xeyal û îdealên hevrêyên wekî Mehmet mezin bû. Îro jî ji van îdealan têkoşîn tê kirin. Têkoşîna Firaz, Atakan û Mûsa Anteran ji bo mirovatiyê bûye mîrat.”

Piştî axaftina Poyraz sînevîzyona li ser jiyana Mehmet Aksoy hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê rojnameger Mark Campbell, li ser navê Tevgera Şoreşa Yekgirtî Hêlîn Pekoz, li ser navê MLKP’ê Huseyîn Îmam û li ser navê gelê Kurecîkê jî Hanim Heval axivîn. Di axaftinan de qala têkoşîna Firaz Dag hate kirin.

Piştî axaftin û helbestan, hunermend Alî Sîzer ji bo bîranîna Firaz klam got.