‘Fikirên Rêber Apo, ji bo gelên Rojhilata Navîn rizgarî ye’

Kurdistaniyên li çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê axivîn, got: “Fikirên Rêber Apo ji bo gelen Rojhilata Navîn rizgarî ye.”

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê berdewam e. Di çalakiyê de hewila dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya artêşa Iraqê hat protestokirin û hat destnîşankirin ku fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî û rizgarî ye.

Çalakî, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Tûba Yilmaz, wiha axivî: “Di sedsala em tê de ne, dewletên serwer ku Kurdistan kirine çar parçe, dîsa hewil didin ku dest di sînoran wer bidin, wan pêdivî bi danîna sînorên nû heye. Ji bo di vê guherînê de Kurd nebin xwedî maf, pêşî dewleta Tirk, dewletên çavdêr zend û bend badane. Lewma dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekcar giran dike.”

‘GIRINGIYA FIKIRÊN APO GELEK E’

Yilmaz got ku giringiya fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek e û wiha pê de çû: “Ev li Rojava bi eşkerehî hat dîtin. Bi berxwedana Şengalê, Kobanê û hemû gelên herêmê û bi şerê li dijî DAÎŞ’ê ev rastî hat peyitandin. Bêyî fikir û dîtînên Rêber Apo tu serkeftin nîn e. Gava pêvajoya hilbijartinê û roja hilbijartinan astengî gelek bûn, lê Partiya Çepên Kesk negihîşt hedefa ku da ber xwe. Ji bo dawî li zilma li Kurdan tê kirin were divê mirov pêşî tecrîdê ji holê rake. Dewleta Îranê pêşengên berxwedana bi qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin, bi dar ve kirin. Lê çi jî bikin wê berxwedan berdewam be.”

Yilmaz bal kişand bi ser dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew çi jî bikin, wê têkoşîna me ya ji bo azadiyê berdewam be û em ê eseh bi ser bikevin.”