Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi coşeke mezin dewam dike

Pêşangeha 'Dayik û Koç' a ji aliyê Serdar Mûtlû ve hate amadekirin, di festîvalê de gelekî bal kişand.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê êvara Pêncşemê bi pêşangeha wêneyan a bi navê 'Dayik û Koç' a Serdar Mûtlû dewam kir.

Navnîşana roja Pêncşemê ya festîvalê, avahiya Şaredariya 10'emîn a Parîsê bû.

Pêşangeha wêneyan a 'Dayik û Koç' ku ji aliyê Serdar Mûtlû ve hate amadekirin, gelekî bal kişand. Seroka Şaredariya Parîsê ya 10'emîn Alexandra Cordebard û endama Meclîsa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Laurence Patirce û gelek rayeedarên şaredariyê tevlî pêşangehê bûn.

Di destpêka pêşangehê de Şaredar Alexandra Cordebard axivî û diyar kir ku li herêma lê şaresdar e ew Kurdan ji nêz ve nas dike û got, "Em bi Kurdan re timî di nava têkiliyê de ne. Pirsgirêka Kurd jî ji nêz ve dişopînin. Ev der mala we ye. Ji bo me serbilindî ye ku we pêşwazî dikin." Şaredar Alexandra Cordebard festîval pîroz kir.

Serdar Mûtlû jî bal kişand ser eleqeya ji bo festîvalê û anî ziman ku girîng e wan karê xwe bi rêya vê festîvalê gihandin Parîsê û got, "Di pêşangehê de xwe keşif bikin."

Festîval wê êvara Înê bi lîstika Jiyana nû ya Beru Teatra dewam bike. Lîstika şano wê li herêma 1 Place de la Liberation 93150 Le Blanc Mesnilê saet di 19:00 de bê nîşandan.