Fermandareke gerîla ya li pey xeyalên zarokan: Doza Welat

Fermadara gerîla Doza Welat: Zarokên Kurdistanê her roj bi dengê tank, top û fîşekan radibin û wisa mezin dibin. Em ji bo xeyalê wan zarokan ya pêşerojeke azad bafirinîn diçin.

Yek ji Fermandarên YJA Star’ê Doza Welat (Ozlem Seyhan) 24’e Mijdarê 2016’an li qada Ş. Navdar a giredayî Lice ya Amedê di encamê şerekê de bi qehremanî şer kiribû û bi 6 hevrêyên xwe ve şehîd bûbû. Doza Welat jiyana xwe ya gerîlatiyê 20 sala derbas kiribû. Di salvegera şahadeta xwe ya sêyemîn de Hevrêyên wê Doza Welat bi bîr anîn û banga xwedî derketina kesayeta Hevrêya xwe Doza kirin.

Doza Welat beriya ku derbasî qada Bakur bibe lêhurbûn û hestên xwe wisa anîbû ser ziman: ‘’Di sala 1996’an ji Stenbolê tevlî refên rêxistinê bûm. Malbata min xwedî taybetmendiyên gundî ne, lê ji ber ku ew demeke dirêj çûbûn metropolan kêm be jî burjuwaziyê biçûk bala wan dikişand. Zêde ne welatparêz bûn.

Sala 1996’an hatim herêmê Botanê. Nêzî salek li wir mam û piştra derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûm. Bi giştî pratîka min li Zagros, Botan û herêmên Başûr derbas bû.

‘Jİ BÎR KIRIN ÎXANET E, FÊMKIRIN ADALET E’

Dîl girtina Serokatî di dilê me hemûyan de birînek e birînek çêkir. Serokatî vêya wek hevaltiya nebeş nirxandibû. Ev di dilê her milîtaneke PKK’ê de birînek vekir. Di pêvajoya Îmralî de paraznameyên Serokatî hatin. Hin mijarên ku Serokatî paraznameyan de bal kişandibû ser pir bandor ser min çêkirin. Serokatî digot; ‘Ji bîr kirin îxanet e, fêmkirin adalet e’. Li gor min xwe gihandina vê fêmkirinê ,kêmek be jî derbaskirina hevaltiya nebeş û bûyina bersiv ji bo min pir girîng e. Bi rastî jî eger em fêm nekin, bi awayekî têrker nikarin bi adalet nêzî rastiya jiyanê bibin. Ji bo vê demeke dirêj lêhurbûna min li ser vê hebû. Ji bo em bikaribin kêmek be jî li hember vê hevaltiya nebeş di aliyê wijdanî de erkên xwe pêk binîn. Helwesta gelê me jî li hember vê coşeke mezin bi mirov re dide çêkirin, ev jî berpirsyariyên me mezintir dike.”

Doza Welat di jiyana xwe ya têkoşînê de bi sedan milîtanê PKK nas dike û hevrêtiya PKK wiha pênase dike: “Bi gotinekî Serokatî dixwazim hevrêtiyê pênase bikim. Dibêje; ‘Hezkirin keda tê parve kirin e.’ Hezkirin bi rastî jî bê ked nayê avakirin. Ev ji bo hevrêtiyê jî mijarekî derbasdar e. Bêguman hevrêtiya rast tiştekî ku bi hêsanî were avakirin nîne. Ji bo min hevrêtî wek ax e. Ti carî îxanet nake, her tim dilsoz e. Li gor min hevêtiya çiya hîn zêdetir hundirê vê pênaseyê dadigire. Bi kedên pir mezin, bi zehmetiyên pir dijwar ve hevtêtî pêk tên. Axaftinên Serokatî vê pir eşkere tîne ser ziman. Di nêvengên cuda de têkîlî piranî ser esasê berjewendiyan e. Lê hevtêiya PKK bi kedên pir mezin re pêk tên. Ji ber vê zû bi zû hilnaweşe. Ji ber vê min got dilsoz e. Çawa ku çiya hilnaweşe, li gorî min hevrêtiya PKK jî ti cari nahilweşe.

JI BO ZAROKÊN KURDİSTANÊ

Di vê çûyina me de armanca her hevrêyekî pir mezin e. Ez vê ji rêzê nagrim dest. Serokatî dema her hevrêyekî rêdikir welat, ji wan re digot; ‘Gava her hevrêhek şehid dibe, perçeyeke ji canê min diçe.’ Salên dawî her hevrêhekî vêya pir zêde dijî. Şehadetên zû dilê her d dile her hevrêyekî de birînek çêkir. Armanca min jî ew e ku bikaribim bi tevlîbûna xwe ve bibim bersiv. Di heman demê de gel di van salên dawî de tevlîbûn û berpirsyariya xwe bi qehremanî nîşan da. Li hemberî vê gelê jî berpirsyariyên me pir mezin e. Zarokên Kurdistanê her roj bi denk, top û fîşekan radibin û wisa mezin dibin.Em ji bo xeyalê wan zarokan ya pêşerojeke azad bafirinîn diçin. Yek jî hêviyê min ê pêşerojê ev e.

‘DI ASTA AZWERÎ DE GIRÊDAYÎ GERÎLA BÛ’

Hevrêya wê ya têkoşînê Dûran Kalkan Doza Welat bibîr anî diyar kir ku Doza li Zagrosê naskiriye û taybetmendiyê wê ya şoreşgeriyê wiha tine ser ziman: “Min hevrê Doza zêdetirîn di xebatên Zagrosê û di pratîkên Başûr de nas kir. Di xebatên perwerdehî ya akademiyan de em car caran rastî hev dihatin. Li Amedê dema ku em qet ne li bendê bûn, pêvajoya ku herî bi bandor erk bimeşan , şehîd bû. Tevlî karwana şehîdên azadiyê bû. Têkoşîna ku li hember faşîzma AKP-MHP’ê li Amedê dihat meşandin, pêşengtî û rêvebertî kir. Bi lêdana derbeyê grian a li dagirkerî û faşizme bû fermandareke ku birêxistin dike û birêve dibe. Bi mebesta şahadeta wê ez bibîr tinim. Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadî de bijî. Heval Doza miroveke pir vekirî bû. Weke ku difikirî daxivî jî. Dengeke wê ya bilind hebû. Şêwaza wê ya raber kirinê baş bû. Bi awayeke eşkere her tiştê dikaribû bigota. Ango tişteke veşartî li gel wê nebû. Mijaran aliyeke cuda ve şîrove nedikir. Di vê wateyê de her tim rastiyan dianî ziman, li pey heqîqetê dimeşiya, di zelalkirina bûyer û diyardeyan de roleke aktif dilîst. Kesayeteke milîtan bû. Her tim di nava şer de bû.Qadek wek Zagrosê ku şer asta herî dijwar de bû cihê xwe girt. Di erdnîgariyên herî zehmet de ma, fizîka wê pir xurt bû. Pir ser xwe bû û hêzdar bû. Asta azwerî de giredayî gerîla bû. Di jiyanê de sade, dilnizm, bi pîvan û rêgez bû. Ferq û cudahî nedixist nav hevrêyên xwe de. Di vê deme de ti carî em nebûn şahîd ku bi hevrêyên xwe re bikeve nav nîqaşên ne hewce. Her tim bû xwedî seknek li hev kirî û çareserker.”

‘BU MILÎTANEK BAŞ A APOYÎ, ŞERVANEKE AZADIYA JINÊ Û FERMANDAREKE GERÎLA’

Kalkan berdewamiya axaftinê xwe de bal kişand ser fermandariya bihêz ya Doza Welat û wiha domand: “Li hember şaşitiyan bû têkoşînvaneke bêeman. Nîqaşên hevrê Doza encamgîr bû, ti carî çavên xwe ji şaşitiyan re nedigirt. Lê belê vê yekê di dem û cihê xwe de dikir. Bi nêzîkatiye rast dikir, ji ber vê yekê bandoriya wê li ser derdor hebû. Nêrîn û rexneyên wê her tim bi bandor bû. Ruxmê ewqas zehmetî û bêderfetî min ti carî hevrê Doza bê moral nedît. Her tim bi rûken û coşî ser zehmetiyan ve diçû û wek milîtaneke şoreşgerî dizanibû serbikeve. Di her astê de erk girt. Di şertên zehmet de erkên şervantî, fermandariya manga û taximê kir. Ji xeta Serokatî , jiyana azad û jina azad re di aliyê felsefîk, birdozî de heta dawî giredayî bû. Bi awayeke sade, xwezayî rastiya jiyana civaka azad domand. Kesayetek wek xwe bû. Her tim xwedî taybetmendiyên mînak bû. Sekna wê ya di şertên zehmet de ji bo me hemûyan bû rênîşanek. Fêrkar bû. Em gelek tişt ji wê fêrbûn. Bû xwedan danehevên mezin. Bû milîtaneke baş a Apoyî, şervana azadiya jinê, fermandara gerîla. Di têkoşîna me de xebatên bi feyde meşand û bû alîkar.Weke ku min diyar kir, li hember faşîzma AKP-MHP berxwedaneke topyekûn meşand. Dema ku bi berpirsyartî û erkên xwe yên mezin ve radibû, şehîd bû. Ez bawerîm tevgera me, tevgera azadiya jinê û hêzên me yên gerîla vê hevala me ya binirx bi rêzdarî bibîr binîn û xwedî derkevin. Hevrê Doza her tim di tevgera me û tevgera azadiya jin de, bi taybetî di berxwedana me ya gerîla de wek mînakek û remza azadiyê wê bijî.”

‘KEÇEKE BOTANÊ BÛ, LÊ TIM XWESTEK Û HESRETA WÊ LI HEMBER AMEDÊ BÛ’

Yek ji hevrêyên Doza Welat Hemrîn Dersîm li ser têkoşîn û jiyana Doza Welate ev got: “Hevrê Doza kesayetek wêrek bû, cihekî ku dijmin lê hebe yan jî cihekî erkên çalakiyê hebe hevrê Doza ti carî xwe paş ve nedida. Li dijî dijmin ti carî dûdilî nekir. Milên xwe yên pir asî hebû. Di asta tevlîbûna şer de rûheke xurt a hevrê Doza hebû. Hem jiyanê hem jî di şer de her tim li pêş bû. Ji asta manga bigre heya asta herî jor erk girt. Herî dawî jî li qadan di asta rêvebirina YJA- Star’ê de cihê xwe girt. Fermandareke dilnizm, di nav pêkhateyê xwe de bû. Hevrê Doza demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medya û Başûr de cih girtibû. Wek her hevrêyeke xwesteka wê ya çûyina Bakur hebû. Ji ber ku rûhê wê ya şerker her tim li pêş bû. 2015’an pêşniyara wê hate erêkirin. Pêşniyara wê her tim çûyina Amed bû. Keçeke Botanê bû, lê her tim xwestek û hesreta wê li hember Amedê hebû. Dema amadekariyên çûyinê dihat kirin jî hevrê Doza di nav koman de pir ked dida û bê kêmanî tevlî dibû.Ji erkên xwe yên hevrêtî bigre heya fermandarî Hevrê Doza her tim li pêş bû. Hevrê Doza di jiyana xwe ya têkoşînê de pir zehmetî jî kişandibû, lê ti carî vana di pêşiya meşa xwe ya serkeftinê de nedikir asteng. Giredana wê ya jinê, hevrêtî û Rêbertiyê di asta herî xurt de bû. Bi van hest û lêhurbûnan 2015’an cardin berê xwe da Bakur. Çû qada Amedê. Li wir jî hebûna xwe da diyar kirin û heya nefesê xwe ya dawî jî bê dudilî têkoşîn da meşandin. Pêvajoya 2015 û 2016’an hem çalakiyên çiya, hem jî berxwedana bajaran roleke pir mezin lîst. Hêrî dawî dema hevrê dikevin şer jî bi sekneke fedaî, heya nefese xwe ya dawî şer dikin, li ber xwe didin û herî dawî digihijîn merteba şahadetê. Ew hevrê hemû şopdarên Zelal, Agirî, Sorxwînan in. Hevrê Doza yek ji hêzên fermandeya YJA- Star bû. Em jî wek şervanên wan hevalan soza me ew e ku em heta dawî xwedî erk û biranîna wan derkevin.”