Fermandarê Tirk ji ber madeya hişber hate girtin

Serpel ê Tirk V.K ê li ser sînorê Sûriye ku di wesayîta wî de 82 kêlogiram madeyên hişbir hate dîtin, hate girtin.

Li ser îxbara ku Serpl T.K ê li Fermandariya Sînor a Ziyaret a li herêma berpirsyariya Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Demîrkoprû ya girêdayî Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Hatayê ya Tirk e erkdar e li gel Î.K sewqiyata madeyên hişbir dike, operasyonek hate kirin. Wesayîta V.K ê li taxa Bahşîn a li ser sînorê Sûriyeyê hate sekinandin, piştî lêgerînan derket holê ku 82 kêlogiram madeya hişbir a bi şêweyê toz û 19 hezar û 800 TL hatin bidestxistin. Kesê bi navê Î.K ê li gel V.K hate desrgîrkirin, piştre hatin girtin.