Fermandarê HPG’ê Yûsûf Aslan li Frankfûrtê hate bibîranîn

Ji fermandaren HPG’ê Yûsûf Aslan ku di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medayayê şehîd bûbû, li bajarê Elmanya Frankfûrtê hate bibîranîn.

Di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a 16’ê Gulana 2019’an a li dijî Xakûrkê de ji Fermandarên HPG’ê Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) şehîd bûbû. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi merasîmekê Aslan hate bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Frankfûrtê bi beşdarbûna sedan kesî pêk hat.

Merasîm ji aliyê Meclîsa Jinan a Amara û NCDK-Frankfûrtê ve hate lidarxistin. Merasîma bibîranînê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Delal Dêrsim li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Frankfûrtê axivî û got; “Îro em ji bo bîranîna şehîdan li vir in. Şehîdên me ji bo ku welatekî azad em lê bijîn canê xwe feda kirin. Ya dikeve ser milê me ev e divê em xwedî li van bîranînên wan derbikevin.”

Xalê Aslan Îsmet Kaya jî axivî û wiha got; “Yûsûf Aslan şehîdê hemû gelê me ye. Ew ji bo ku jiyanekî azad ji bo gelê Kurd biafirîne beşdarî têkoşînê bû. Ji bo ku hesab ji kesên li Kurdistanê komkujiyan dikin, gundan dişewitînin û li dijî zilma ku tê kirin bêdeng nemîne beşdarî tevgera PKK’ê bû. Îro li vir em carek din didîn nîşandan ku em ê bibîranînên wî bidin jiyîn.”

Ji Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) Şengê Kahraman jî axivî û got bi Aslan re xebitiye.

Ramazan Avînc jî wiha got; “Şehîdên me ji bo me abîdeya pêşengiyê ne, em ê têkoşîna wan a bi rûmet heta dawiyê bimeşînin.”

Nûnerê KCDK-E jî axivî û got “Meha Gulanê ji bo PKK’ê meheke gelek girîng e. Hevreyê me Yûsûf di meha Gulanê de di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bû. Divê em têkoşînê geştir bikin.”

Piştre sînevîzyona ku ji aliyê Agît Erkendî ve hatî amadekirin, hate nîşandan. Piştre Pîr Huseyîn Bîrlîk dia xwend û ji bo bîranîna Aslan xwarin hate dayîn.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.