Fermandara HPJ'ê Berfîn Denîz: Divê jin ji xwe bawer bin

Fermandara HPJ'ê Berfîn Denîz diyar kir ku ew bi biryar in pêşengiyê ji jinên Kurd, Belûc, Îranî û Ereb re bikin û got, "Em bawer in ku bi pergala xwe ya ku di kongreyê de nîqaş kir, em ê vê îradeyê di nava jinan de geş bikin."

Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Berfîn Denîz derbarê kongreya KJAR’ê axivî ku di 2-4'ê Nîsanê de pêk hat û diyar kir ku di kongreyê de gelek rojevên girîng hatine nîqaşkirin û encamên serketî hatine bidestxistin.

Berfîn Denîz derbarê kongreya KJAR’ê got, “Kongreya KJAR’ê ya ku me di 2’ê Nîsanê de li dar xistibû, em di serî de li Rêber Apo, li jinên Rojhilata Navîn, li jinên Kurd û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Di kongreya me de rojevên girîng hatin nirxandin. Rojeva sereke tecrîda giran a li ser Rêber Apo bû. Ji bo ku vê pergala tecrîdê were rakirin rol û mîsyona me çi ye, divê têkoşîneke çawa were kirin, me li ser van rojevan nîqaş kirin. Ji bo ev encamên di kongreyê de derketiye pêş ji bo tevahî jinên cîhanê bibe pêşeng, rojev hatin nîqaşkirin. Ji ber ku pergala desthilatdar ji bo jinê têxe bin hukmê xwe û wê biperçiqîne, pergala netewe dewlet bi gelek rêbazan zextan dike. Hate nîqaşkirin ku KJAR divê têkoşîneke çawa dikare bike.

Bi taybetî jî ji ber ku exlaqê civakê hatiye tunekirin, bi fikr û felsefeya ku Rêber Apo pêşengtî jê re kiriye, jin bi pergaleke nû karibin têbikoşin, nîqaş hatin kirin. Dema em li jinên Rojhilata Navîn dinihêrin, em dibînin ku zext û zordariyeke dijwar li ser jinê tê meşandin. Ji bo pêşengtiyeke rast a li gorî cewhera jinê jî nîqaş hate kirin. Di heman demê de jinên Rojhilata Kurdistanê û jinên Îranê her dem zextek li ser wan heye û ew nikarin bi rehet tevbigerin û fikra xwe bibêjin. Di vê çarçoveyê de nîqaşên xurt hatin meşandin. Bi taybetî jî li ser wê çarçoveya fikr û felsefeyeke ku em li ser şopa wê dimeşin. Bi taybet pergal li ser jinê hinek tiştan ferz dike, mînak dema ku jin serî radike sere wê tê çewisandin, dema jin derdikeve kolanan mafê xwe dixwaze îradeya wê dişkînin. Bi taybet ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di asta herî jor de ye û ji bo ku KJAR pêşengtiyê ji jinan re neke, pêşiya wê girtin. Ji bo ku em pêşengiyê ji jinên Kurd, Belûç, Îran û Ereb re bibin pêşeng plansazî hate kirin. Em bawer in ku pergala me ya ku di kongreyê de me ew nîqaş kir, em ê di nav jinan de vê îradeyê geş bikin. Em dikarin bibêjin ku em çavê jinên Rojhilata Navîn in, em keda jinên Rojhilatê Kurdistanê ne. Em amade ne pêşengtiyê ji vî tiştî re bikin. Di heman demê de jin di kongreya me de dikarin bibînin ku jin bi îradeya xwe ya xweser mafê xwe dixwazin û pergala xwe dane avakirin. Jin ji xwe bawer in. Divê jin xwe ji pergala desthilatdar rizgar bike û li gorî wê berê xwe bide rêya rast.”

YEKÎTIYA GELÊ KURD Û YA JINAN

Denîz qala yekîtiya gelê Kurd û ya jinan jî kir û got, “Yek ji rojeva me ya sereke jî Yekîtiya Kurdan û jinan bû divê em bi hemû jinan bidin hîskirin. Em bang li hemû jinan dikin ku em pêşengtiyê ji pergala yekîtiya jinan bikin da ku em karibin yekîtiya jinên Kurd jî ava bikin. Yekîtiya gelê Kurd û ya jinan nabe ku ji hev were qutkirin.

Rêber Apo çavê jinê li azadiyê vekir û berê jinan da jiyaneke azad. Ji bo ku em bikaribin xwe azad bikin û Rêber Apo ji wê tecrîdê derxînin divê têkoşîneke bêhempa were kirin. Yek ji encama kongreyê jî ev bû ku em li her derê pêşengtiyê ji vî tiştî re bikin û ji bo azadiya Rêber Apo em di her warî de têkevin nav têkoşîneke xurt. “

ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN

Denîz derbarê şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî diyar kir ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê meşandin, wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin û got, “Ev şer di her warî de bandora xwe li ser jina dike. Ji bo ku ev şer were sekinandin û bi şêwazeke aştiyane di her milî de têkoşînek were meşandin, ez bawer im ev pergala me hêviyê dide. Pergala Konfederalîzma Demokratîk di bin banê KJAR’ê de ji bo di nav jinan de yekîtiyekê bide avakirin û di nav civakê de belav bike, wê xwedî li rol û mîsyona xwe derkeve. Ji bo ku pergala zayendparêzî were tunekirin, pergala wekheviyê esas were girtin, şoreş were geşkirin û pêşengtiya jinan were xurtkirin, encamên girîng hatin bidestxistin.”

Fermandara HPJ’ê Berfîn Denîz diyar kir ku kongreya wan ji bo jinan bûye moral û coş û got ku, “Em dikarin bibêjin ku kongreya me ji bo me hemûyan bibe moral û coşek û em di wê baweriyê de ne ev kongre ne bi tenê ji bo me, ji bo tevahî jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn jî bûye moral û coş. Ji ber ku fikr û felsefeya ku em li ser dimeşin, hêviya gelan û jinan e. Em careke din vê kongreya xwe ya serkeftî li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin.”