Fermandar, hiqûqnas, rojnamevan: Armanc Kerboran

Hûseyîn Akdogan, ango Armanc Kerboran di sala 1996’an de tevlî nava refên PKK'ê bibû. Armanc gerîla, fermandar û kedkarekê ragihandinê bû û di 27’ê Mijdara sala 2011'an de şehîd bû.

Têkoşîna li ser şopa hevrêyên xwe yên berxwedêr, esaseke PKK'ê ye. Weke hevrêyên xwe Armanc Kerboran jî bi nirxên welatparêziyê mezin bibû û li ser vî esasî tevlî nava refên PKK'ê bû. Her tim bi keda xwe ya mezin, her xwedî lêgerînên azadiyê bû.

'ZAROKEKÎ PIR JÎR BÛ'

Hûseyîn Akdogan, ango bi navê xwe ya tevgerê Armanc Kerboran, di sala 1977’an de li Mêrdînê ji dayik bû. Ew li nava malbateke welatparêz mezin bû. Nirxên welatparêziyê, çanda Kurdîtiyê li wir fêr bû. Di şikilgirtina Hûseyîn de, nêzîkatiyên malbatê li ser keseyeta wî diyar dibû. Ew zarokekê pir jîr bû. Her tiştê ku dihat gotin, bi rihê xwe ya dînamik, lêpirsîn dikir û her tiştek qebûl nedikir. Ev yek di zarokatiya wî de weke kevirekî bingehîn di kesayate wî de xwe dabû rûniştandin. Huseyîn Akdogan di temenekî ciwan de bi malbata xwe ji ber zextên dewleta Tirk, koçî derveyî welat kiribû.

'HER TIM BÊRIYA WELAT DIKIR' 

 Armanc her tim bi hesreta welat bû. Ji bo wê, dema ku baran dibare, diviya ku bêhna axê jê were, diviya ku ew weke zarokekê çiyayî di nava heriyê de leyistibûya. Li Balkanan ew bi hestên xerîbiyê bû. Di nava pergala heyî de carnan winda dibû, dixwest fêm bike, ka bi xwe kî ye, ji ku derê tê, çima çû û çima li vê derê ye. Li ser vî esasî wî li her tiştî dipirsî, nakokiyên wî di temenekî ciwan de destpê dikir. Ji ber malbata xwe ya welatparêz, wî Tevgera Azadiyê zû nas kiribû. Di nava pergalê de li koçberiyê her tim bi hezkirina welat bû. Rêber APO jê re bibû çavkaniya hêz û moralê, gerîla jî ji bo Armanc sembola berxwedanî û hêviya herî mezin bû. Armanc Kerboran li ser vî esasî roj bi roj dixwest Rêber APO û Tevgera Azadiyê hîn zêdetir nas bike. Armanc dixwest fêm bike, gerdûn çi ye, heqîqeta însan çi ye û mirov wê xwe çawa bigihîne azadiyê.

'RÊBER APO Û PKK NAS KIR'

Armanc Kerboran di nava lêgerînên edaletê de bû. Di nav pergalê de beşa hiqûqê dixwend, lê dema ku li rastiya PKK'ê, pîvanên Rêber APO meyze dikir, rastiya ferasetên edaletê û yên însaniyetê yên dewletan didît, nakokiyên wî kûrtir dibûn. Her ku roj derbas dibûn, wî xwe ji nava jiyana pergalê dûr dixist û xwe nêzî rastiya gelê xwe, tevgera PKK’ê dikir. Di encama nakokiyan de û bi lêgerînên xwe yên salan, sala 1996’an biryar da ku beşdarî nava refên PKK’ê bibe. Bi beşdariya xwe, çavên wî li çiyayên Kurdistanê digeriyan. Armanc dixwest bêhna axê, ya ku piştî baranê, xwe li her deverê belav dike, bigre. Wî dixwest hesreta salan dabîn bike. Lê ji ber hin pêwîstiyên kar wî heya sala 2001'ê li Yewnanîstanê, li Kibrisê, li Balkanan, weke kadroyekê Tevgera Azadiyê, karên civakî dimeşand.

'ÊDÎ BÛBÛ GERÎLAYEKÎ KURDISTANÊ'

Dema ku sala 2001'ê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, Armanc hîn bêhtir xwe nêzikî armanca xwe kir. Di salên xwe yên di nava têkoşîna azadiyê de û bi taybet şi qadên Qendîl û Behdînanê gerîlatî kir. Ew behredar bû, di her milî de zû fêr dibû, di her karî de zû adapte dibû. Di aliyê bîrdozî û rêxistinî de jî xwe kêlî bi kêlî bi pêş dixist. 

'ARMANC DIXWEST HER KÊLIYÊ JI DÎROKÊ RE BIHÊLE'

Piştî ku wî tecrûbeyên girîng ên gerîlatiyê wergirt, derbasî xebatên ragihandinê bû. Di Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê de Armanc rola xwe aktîf dileyist. Gerîla Armanc, him tifinga wî him jî kameraya wî her tim li ser milan û çiya bi çiyayan digeriya. Wî bihost bi bihost axa Kurdistanê nas dikir. Li çiyayên Kurdistanê Armanc Kerboran di şexsê hevrêyên xwe yên têkoşînê de her çar perçeyên Kurdistanê, baweriyên gelê kurd, nirxên civakê hîn bêhtir nas dikir. Ji bo jiyana berxwedêr û têkoşerên Kurdistanê kêlî bi kêlî ji dîrokê re bihêle, dîmenê hevrêyên xwe dikişand. Bi pênûsa xwe, jiyana gerîla, zor û zehmetî di lênûsa xwe de dinîvîsand.  Armanc bi vî karî dixwest ku her kes gerîlayên azadiya Kurdistanê, nas bike, wan têkoşerên berxwedêr hîs bike.

Piştî ku sê salan di karên ragihandin û çapemeniyê de ma, Armanc Kerboran dixwest ber bi çavkaniya têkoşînê, pêşengê berxwedanê, ji bo  ber bi rêwîtiya Bakurê Kurdistanê ve biherike, bi azweriyekî mezin bi rê ketibû. Wî di hêla leşkerî, bîrdozî û rêxistinî de xwe bi pêş dixist, ji bo ku bikaribe xwe bigihîne armanca xwe.

'RÊWÎTIYA BER BI AMEDÊ VE'

Tevî ku Amed yek ji qadên herî zor û zehmet ên têkoşîna gerîla bû, Armanc Kerboran di sala 2008’an de berê xwe dide, çiyayên Amedê. Tecrûbeyên xwe li wir girtibû. Ew di her mijarê de jêhatî bû, dixwest li pey armanc û xeyalên xwe biçe. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ti astengî nas nedikir û xwedî azweriyekê xurt bû. Ji bo ku dijminê xwe ji axa Kurdistanê derxîne, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilde, ew di nava hewildanên herî mezin de bû.

Di 27’ê Mijdara sala 2011'ê de li navçeya Amed Pîranê, li nêzî gundê Pîrêjmanê şerek di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk de diqewime. Fermandar, şoreşger, Armanc Kerboran tevî hevrêyên xwe Ciwan Amed û Aram Şikakî, heya guleya xwe ya dawiyê şer dikin û tevlî karwanên şehîdan dibin.