Avaşîn Zagros: Em ê dagirkeriyê bişikînin, Efrînê rizgar bikin

Ji fermandarên YPJ'ê Avaşîn Zagros destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê dagirkeriyê têk bibin û çi dibe bila bibe wê Efrînê rizgar bikin û şêniyên Efrînê li warê xwe vegerin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Avaşîn Zagros bi wesîleya salvegera 3'an a dagirkirina Efrînê ji ANF'ê re axivî.

Fermandar Avaşîn Zagros bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de bi awayekî hovane êriş bir ser Efrînê û got, "Li dijî wê êrişê şervanên YPJ'ê, YPG'ê, xelkên Efrînê hemû bûn yek, li dijî dagirkeriyê têkoşiyan, şer kirin û heta gelek ji wan jî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji hejmara şêniyan zêdetir çete anîn û bi teknîka herî pêşketî êrîş kir. Di sedsala 21'ê de êrîşeke wisa tenê bi hovîtiyê dikare were bi nav kir. Jin, zarok, pîr û kal êrişî her kesî kirin. Ev feraseta dagirker li ti cihî mafdar nebû ku êrîşeke bi wî awayî pêk bîne. Bêguman ev êrîş bi alîkariya hêzên hegemon ve pêk hat, lê belê pêwîste hemû cîhan û mirovahî li hember vê dagirkeriyê û talankeriyê şiyar be. Di vê mijarê de erka xwe ya mirovahiyê jî diyar bike."

Fermandara YPJ'ê bal kişand li ser destavêtina dewleta Tirk a dagirker li jin û nirxên Efrînê û wiha dewam kir, "Her çiqas cîhan çavê xwe lê digre û nabîne jî, gelên Efrînê yên herêmê û weke şervanên gelê xwe em dizanin ku sê sal e li Efrînê her curê destavêtinê têne kirin. Her roj jin bi tecawizê ve bi revandinê ve rû bi rû dimînin. Jinan digirin, dixine zîndanê, dikujin, kesên sivîl têne kuştin, zarokên li Efrînê bi ziman û feraseta xwe ya faşîst perwerde dikin. Çanda Efrîniyan înkar dikin, hebûnên dîrokî li gorî fereseta xwe diguherin. Dewleta Tirk bi armanc û xeyalên Osmaniya nû demografya herêma Efrînê diguherei vê yekê ji xwe re rewa dibîne."

Fermandara YPJ'ê Avaşîn Zagros di dawiya axaftina xwe de wisa got: "Teqez em ê Efrînê rizgar bikin û Efrîn wê ji dagirkeran re nemîne. Çawa ku me li hember êrîşan bi gelê xwe bi hêza xwe li ber xwe dan, em ê ji bo rizgarkirina Efrînê jî bi heman ruhî li ber xwe bidin. Em bi gelê xwe re yek in. Çawa ku me bi hevdû re şoreş ava kir, çawa ku me jinên Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir, em ê dîsa bi gelê xwe re welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Weke YPJ'ê me di her berxwedanê de pêşengiya gelên herêmê kir, em ê di rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî de jî pêşengiyê bikin û çi dibe bila bibe wê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li ser vê axê têk biçe."