‘Felsefe ye, roman e û helbesta bêdawî ye’

Her gerîlayên Kurd xwe di jiyan, felsefeya PKK’ê û di rastiya ramanên Ocalan de dibînin. Ev raman carinan roman e, felsefe ye, dîrok e, şaristaniya demokratîk û helbesteke bêdawî ye.

Her gerîlayên Kurd xwe di jiyan, felsefeya PKK’ê û di rastiya ramanên Ocalan de dibînin. Ev raman carinan roman e, felsefe ye, dîrok e, şaristaniya demokratîk û helbesteke bêdawî ye. Gerîlayên HPG-YJA STAR’ê bi boneya salvegera damezirandinêa PKK’ê ya 42’emîn ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA-STAR’ê Fîdan Kahraman salvegera damezirandina PKK’ê ya 42’emîn piroz kir û wiha got; ‘‘PKK xwedî berxwedan û hîmê jiyanê ye. PKK dibistana jiyanê ye. Di nav PKK’ê de tekoşîneke dîrokî û civakî heye. Ev têkoşîn ji bo azadiya tevahî gelên heremê ye. Ev berxwedana bêhempa li çiyayayan û bajaran tê birêvebirin, li hembernijadperestî qirkirin û îmhayê ye. Dijminên Kurdan di dîroka Kurdan de hemû rêbazên qirkirin û bişaftinê ji xwe kirine esas. Vê têkoşîna PKK’ê a bênavber gelek sedemên xwe hene. Vê têkoşîna li çîyayan, têkoşîna civakî, çandî û xwedî nasname ye. Planên dagirkirinê pûç dike. Her gerîlayên Kurd ji bo xwebûn û parastina gele xwe erkdar û berpirsyar e. Felsefeya PKK’ê avakirina jiyaneke nû ye, dîrokeke xwe ya xurt, lehengî û destanî heye. Li ser Rêberê me tecrîd heye, îzolasyon heye, dewleta Tirk û hêzên heremê di şexsê Rêberê me de dixwazin, nirxên civaka Kurd, destkeftiyên li Kurdistanê tune bike, dijminê Kurdan her tim dixwaze Kurd di bin sîya qirkirinê de bimînin, dijiminahiya li hember gelê me eşkere ye. Em gerîlayên Kurd, ji bo parastina civaka xwe û ji bo parastina axa xwe li hember dijminê xwe bi biryar in ku her tim di nav refên PKK’ê de nirxên xwe biparêzin. Heke her tim berxwedan hebe parastina neteweya Kurd û gelên heremê jî wê misoger bibe. Encax wê çaxê talûkeya qirkirinê dikare were pûçkirin.”

TU CIVAK Û TU NETEWE NABE KU BÊYÎ PARASTIN BIN

Gerîlayê HPG’ê Soro Banê di salên 1978’an de damezirandina PKK’ê û wateya PKK’ê wiha nirxand,‘‘ Ji bo mirov kesayeta xwe û ya civaka xwe baş nas bike, pêdîvî bi lêkolînekê heye, di rastiya PKK’ê de dîroka Kurd hat naskirin, berî kû PKK bê damezirandin, çand û nasnameya Kurdan hatibû binpêkirin, ti mafê Kurdan ti netewa Kurd li ti deveran nehat qebûlkirin. Meşa PKK’ê têkoşîna PKK’ê civakbûyîn, çand û şêwazê jiyînê fêrî me kir. Heke em gerîlayên Kurd, êrîşên li ser civaka xwe neşkînin, civaka xwe neparêzin, wê civak û gelê me bibe qurbanîyê qirkirinan. Niha dewleta Tirk li her deverên Kurdistanê qirkirina Kurdan plan dike. Li Sûriyeyê Kurdan qir dike, li Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê Kurdan koçber dike, guhertina demografik plan dike. Heke Kurd û neteweya Kurd bê parastin bibe, wê ji dîroka xwe ji ji nirxên xwe mehrûm bibe, tune bibe.’’

ROMANA BÊDAWÎ TÊ NIVÎSANDIN

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Kanîreş, diyar kir her giya li ser koka xwe şîn dibe û salvegera demezirandina PKK’ê wiha anî ziman, “Di nav tevgera PKK’ê de romana bê dawî tê nivîsandin. Ev romana bê dawî rastî û lêgerîna azadiyê ye. Berî ku tevgera PKK’ê bê demazirandin bi navê Kurdistanê tiştek li meydanê nebû. Bi fikir û ramanên Serok Apo rastiya dîrokê hat naskirin, rastiya civaka Kurd hat naskirin, dewletên heremê her wext dixwazin, Kurdistan di bin mêtingerîyê de bê hiştin. Her hevalên me yên ku di çeperan de li ber xwe didin. Romana jiyanê romana evîna Kurd dinivîsin. Wexta ku di dîroka Kurdan de mafê Kurdan, azadiya Kurdan hat bidestxistin, romana bê dawî jî wê her wext bê nivîsandin. Kurd û civakên Kurdistanê di damezirandina PKK’ de carek din ji xewa mirinê hişyar bûn. Civaka Kurd, hêzên azadixwaz rastiya PKK baş naskirin, gerila jî ji bo azadiya xwe ji bo azadiya Rêberê xwe li hember hemî leyîstokan li ber xwe dide. Li hember şerî taybet, şerî psîkolojîk li ber xwe dide. Tevgera PKK’ê hem felsefeya jiyanê hem jî romana bêdawî ye ya ku bênavber tê nivîsandin’’ 

‘PKK HELBESTEKE JI AGIR E’

Gerîlaya YJA-STAR’ê Avaşîn Botan jî PKK’ê dişibîne helbesta ji agir û got, “Di nav PKK’ê de heqîqeta jiyanê gelek mezin e. Ev di rastiya PKK’ê de di jiyana bi hev re di hevaltiya PKK’ê de li ber çavan e. Jiyan û têkoşîna di nav PKK’ê de zelal û şênber e. Di nav PKK’ê de her kes dikare rengê xwe bibîne, mafê zayendan yên wekhev heye, PKK tevgereke wisa ye ku zanista mirov, xweza, nebat, hevsengîya di nav gerdûnê de tê kifşkirin. PKK şoreşeke civakî û hişmendî dide çêkirin, di heman wextê de xweşikbûn û bedewbûna di nav PKK’ê de pênasekirina wê hêsan nîne. Ji ber vê sedemê jiyana di nav PKK’ê de, jiyîna dîrokê ye û helbesteke ji agir e.’’