FEDA'yê kongreya xwe ya asayî ya 9'emîn lidar xist

Di kongreyê de Demîr Çelîk û Hûrî Kabayel ji bo Hevserokatiya FEDA'yê hatin hilbijartin. Ji bo desteya rêveber jî 15 kes hatin hilbijartin.

Kongreya Asayî ya 9'emîn a Federasyona Elewiyan a Demokratîk li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Serokê Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat, Hevseroka Kongreya Avakirinê ya Dersimê Hulya Yer, ji rêveberiya CÎK'ê Cemal Bîngol, ji Yekîtiya Elewiyan a Hemdem (ÇABP) Kemal Canîk, parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca, endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Kurecîkiyan a Navneteweyî Îsmet Çelîk, ji NAV-YEK'ê Hecî Çelîk, nivîskar Hasan Hayrî Ateş, nivîskar Azîz Tûnç, siyasetmedarê Kurd Îmam Canpolat û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn.

Kongreya ku roja Şemiyê destpê kir, du rojan dewam kir. Di kongreyê de pêvajoya siyasî û rêxistiniya Elewiyan a li sirgûnê hatin nirxandin.

Huseyîn Mat diyar kir ku dewleta Tirk giraniyê didde ser polîtîkayên bişaftinê û işaret bi koça giran a ji herêmên Kurdên Elewî ya ber bi Ewrropayê kir. Mat destnîşan kir ku ev yek beşek ji plana koçberkirinê ye.

Mat diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê nêz bûye û got: “Em ê baweriyê bi maseya şeşan neyînin û bi benê wan nekevin hundirê bîrê. Divê di têkoşîna demokrasiyê de cihê xwe yê li parlamentê bigirin. Em ê ji bo serketina Tifaqa Sêyemîn tişta ji dest tê bikin. Pozîsyon û sekna me wê ev be. Di 22’ê Cotmehê de wê kongreya me bê lidarxistin, em ê li wir vê biryarê bidin û Elewî wê li dijî zilmkaran carek din, li gel mazlûman bin. Ez li ser vê esasê spasiya her kesî dikin, ku tevkarî li têkoşîna rewa ya Elewiyan re kirine."

Hulya Yer jî bal kişand ser protestoyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirine û wiha got: “Jîna Emînî kî ye? Helbet Kurd e. Noqteya ku herî zêde rejîma mola jê ditirse jî ev e. Em wek jinên Kurd, li Ewropayê li dijî van komkujiyan em ê bêdeng nemînin. Em dibêjin ku em li her derê Jîna Emînî ne û em ê berxwedana xwe geş bikin."

Hulya Yer diyar kir ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Dersimê dewlet jinan dike hedef û qirkirina çandî ferz dike.

Di nîqaşên têkildarî rêxistinbûnê de jî wiha hate gotin; "Rêxistinbûna li Ewropa ji bersiva li pêwistiyên civakî yên girseya Elewî re ne têrker e û pêşî li bişaftina dijwar nagire."

DEMÎR ÇELÎK Û HURÎ KABAYEL BÛN HEVSEROKÊN NÛ

Di roja duyem a kongreyê de jî pêkhateyên FEDA’yê û delegeyan hevserokên nû û desteya rêvebiriyê ya demê nû hilbijartin.

Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk û Hûrî Kabayel bûn hevserokên nû yên FEDA’yê. Nivîskar Hasan Hayrî Ateş, Nivîskar Azîz Tûnç, Asûman Ergîn, Gulperîn Îlhan, Îsmaîl Demîrdelen, Huseyîn Akmaz, Gunay Sirlan, Alîşan Tekîn, Hasan Aslan, Ozcan Agdaş, Tûraç Samer, Besîme Kaçar, Mûzaffer Çîçek, Gulîzar Dogan û Oktay Can ji lijneya rêveberiyê ya 15 kesî re hatin hilbijartin.