FEDA'yê ji bo Contay peyama sersaxiyê weşand

FEDA'yê ji bo Alî Contay ê ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ragihand ku Alî Contay ê li Elmanyayê dima jiyana xwe ji dest da û wê ji bo wî li Freîbûrgê merasîma cenaze bê lidarxistin.

Di daxuyaniya FEDA'yê de hate ragihandin ku Alî Contay ji salên 1970'î ve bi têkoşîna azadiyê re bû, di nava têkoşîna maf û mafdariyê de bênavber têdikoşiya û hate gotin, "Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ku demeke tedawî dibû ji ber nexweşiya giran jiyana xwe ji dest da."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Contay wê bi xizmeta ku ji gelê xwe re kir bê bîranîn.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata wî û gel re hate xwestin û hate gotin, "Sibe saet di 17:00 de wê li dergaha Freîbûrgê bi merasîmeke cenaze ber bi Mereşê ve bê birêkirin."