FEDA’yê bi boneya meya Mûherremê banga yekîtiyê li Elewiyan kir

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) di peyama bi boneya meha Mûharremê parve kir de, diyar kir ku ev meh ji bo Elewiyan pir girîng e.

FEDA’yê di peyama xwe de Kerbela bibîr xist û got: “Heqîqeta Elewîtiyê ji roja ku mirovahî bi hev re dest bi jiyanê kir û şûnde her çi kes ji ber ziman, ol, bawerî, çand û ramanê xwe hatibe qetilkirin, Rojiya Mûharremê ji bo bîraîna wan di asta hafizeya dîrokî de ye.”

FEDA wiha domand: “Ewlewî ji ber baweriya xwe ya xwezayî, demokratîk û ekolojîk tim di dîroka xwe de hatiye qetilkirin û qirkirin. Îro rû bi rûyên xeteriyên berê ne. Ev xeterî û metirsî enceq bi sekna Huseyîn tê valaderxistin. Em FEDA bang li hemû Elewiyan dikin ku ‘Eger zilim hebe, wê Huseyîn jî hebe’ dibêjin hêviyê mezin bikin. Kevneşopiya berxwedana Elewîtî ya berî Kerbelayê û piştî Kerbelayê her demê bi têkoşîna heq, edalet, wekhevî û azadiyê ye. Li ser vî bingehî bang li hemû Elewiyan dikin ku bi lêgerîna heq, edalet, azadî û heqîqetê bibin yek, bi hev re têkoşînê bikin.”