FEDA: Divê statuya Şengalê were naskirin

FEDA’yê bal kişande ser fermana sala 2014’an û got: “Bi destxistina statuya Şengalê ya di asta navnetewî de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) têkildarê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Êzidiyan daxuyaniyek da.

FEDA’yê di destpêka daxuyaniya xwe de behsa pêvajoya êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê û qetilkirina bi hezaran Êzidî, koçberkirina bi deh hezaran, bi taybetî firotina 5000 jin û keçên ciwan ên Êzidî yên di bazarên koleyan û kavilkirina cihên pîroz kir.

‘NASKIRINA STATUYÊ XWEDÎ GIRÎNGIYEKE JIYANÎ YE’

FEDA di dewama daxuyaniya xwe de naskirina jenosîda Êzidî ya ji aliyê perlemntoyên Hollanda û Belçîkayê weke pêşketineke girîng nirxand û diyar kir: “Esas îro bi destxistina statuya Şengalê ya di asta navnetewî de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”

FEDA’yê bi vê banga li mirovatiyê kirî dawî li daxuyaniya xwe anî: “Ji bo ku careke din qirkirin pêk neyên, bang li hemû mirovatiyê dikin ku bi hevre têbikoşin.”