FED-MED NRW’ê kongreya xwe ya asayî li dar xist

Federasyona FED-MED’ê li Eyaleta NRW’ya Elmanyayê, kongreya xwe li dar xist.

Kongreya li NCDK’a Dortmundê hatî lidarxistin, 23 Hevserokên Meclîsan, rêvebirên meclîsa YJK-E û gelek nûnerên saziyan jî di nav de 95 delege tevlî bûn.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer tevlî kongreyê bûn.

Di axaftinan de Şoreşa Rojava silav kirin û anîn ziman ku sîstema modernîteya demokratîk ji bo tevahiya gelên cîhanê bûye modelek alternatîf. Diyarkirin ku pêwîst e hemû meclîs jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe bi rê ve bibin.

Piştî xwendin û nirxandina raporan, kongre bi hilbijartina rêveberan domîya.

Ji bo hevserokatiya FED-MED’ê Ayten Sunger û Engîn Sever hatin hilbijartin. Kongre bi dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.