FED-MED: Dem dema darizandina kiryarên komkujiyê ye

FED-MED, di salvegera 9'an a Komkujiya Parîsê de bang li her kesî kir ku 8'ê Çileyê li ber DGB Haus a li Dusseldorfê saet di 13:00 de tevlî meşê bibin.

Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamyayê li NRW (FED-MED) ku li eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê rêxistinbûyî ye, têkildarî salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku welatparêz, jinên Kurdistanî tevî dostên xwe 9 sal in ji bo edaletê û hesabpirsînê têkoşîna xwe bi kêliyekê jî ranewestandine û hate gotin, "Heta ku ev komkujiya tarî bi her awayî ronî bibe û hesab ji berpirsyaran hemûyan bê pirsîn em ê ti carî nesekinin. Mîna ku 9 sal in em bi biryardarî destnîşan dikin, ev komkujî li dijî gel, jinên Kurd û her kesên alîgirê ronahiya azadiyê hatiye kirin. Erk û berpirsyariya me ye ku vê komkujiyê her tim di rojevê de bihêlin, lê bipirsin û heta ronîkirinê çalakiyan bikin. Li ser vê bingehê em dest bi sala 10'emîn a komkujiyê dikin û em ê ti carî dest ji vê biryardariya xwe bernedin û bi rengê herî xurt û girseyî vê yekê nîşan bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Bi navê FED-MED û hemû pêkhateyên wê, di salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de, bi dirûşma 'Heta ku edalet di nava tarîtiyê de bimîne Fransa sûcdar e' di 8'ê Çileyê de bi pêşengiya jinan em ê li Dusseldorfê li qadan bin û bêjin 'Dem dema hesabpirsîna ji kiryaran e'. Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger demokratr dikin ku di salvegera 9'an de Komkujiya Parîsê hîn bi xurtî şermezar bikin û ji bo hesabpirsîna ji berpirsyaran û ronîkirina tarîtiya ku bi vê komkujiyê tê ferzkirin, bi xurtî tevlî vê meşa me bibin û derdora xwe tevlî bikin."