Fed-Kurd: Li dijî êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan
Hevserokên Fed-Kurd'ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û banga çalakiyan kir.
Hevserokên Fed-Kurd'ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û banga çalakiyan kir.
Hevserokên Fed-Kurd’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û banga çalakiyan li Kurdan kir.
Daxuyaniya Fed-Kurd’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên dagirkeriyê hemwext Qendîl, Kobanê, Şehba û Şengalê bombebaran dike. Li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî eşkere û zelal hewldaneke dagirkeriyê daye dest pê kirin
Em li ku dibin bila bibin, li dijî êrîş û qetlîamên ku raste rast xaka Kurdistanê û herêmên sivîlan dike hedef, ji bo rawestandina artêşa Tirk a qetlîamker tavlê dakevin qadan. Rojavayê Kurdîstanê ku bi xwîna şervan, ji hişmendiya hov a DAÎŞ‘ê hat rizgarkirin, tê xwestin ku di tariyê de bê fetisandin û hemî destkeftîyên Kurdan ji holê bê rakin. Divê gelê Kurdistanê û dostên wan li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bertekên xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin.
Divê her kes bi ruhê yekitiya netewî li dijî dewleta Tirk a qirker, erka xwe ya welatparêziyê pêk bîne û dakevin qadan. Bêdengî tenê xizmeta polîtîkayên dagirkerî û qirkirinên dijmin dike. Ji bo vê yekê em dibêjin; Roj roja parastina Kobanê ye û roja xwedî derketina li rûmetê ye.“