FED-GEL'ê ji bo Meşa Dirêj a 6 rojan banga tevlîbûnê kir

FED-GEL'ê ji bo meşa dirêj a 6 rojan banga tevlîbûnê kir ku wê ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve di navbera bajarên Heîlbronn û Freîbûrgê yên Elmanyayê de ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.

Ciwanên Kurdistanî di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî de ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiyê ya Ocalan, 5'ê Sibatê li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê dest bi meşeke dirêj dikin. Meş wê 10'ê Sibatê li Freîbûrgê bi dawî bibe.

Federasyona Gelên Kurdistanê yên li Bayern û Baden-Wurttembergê (FED-GEL) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê dema dîrokî de em bang li girseyên gel, meclîsan, komeleyan, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîran û ciwanên Kurdistanî dikin ku tevlî meşa dirêj a 6 rojan bibin ku ji bo xwedîdekretina Rêbertî tê lidarxistin."

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya Meşa Dirêj ev agahî hatin dayin:
4 Şubat: Heilbronn’da toplanma

5'ê Sibatê: Saet 09:00, Theresienwiese Heilbronn

6'ê Sibatê: Ludwigsburg - Stuttgart

7'ê Sibatê: Stuttgart – Böblingen

8'ê Sibatê: Reutlingen – Tübingen

9'ê Sibatê: Offenburg – Lahr

10'ê Sibatê: Freiburg