FED-DEM'ê ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li Berlînê bang kir

FED-DEM'ê ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir, ku wê li dijî qedexeya li ser PKK'ê bê lidarxistin.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) ji bo meşa 26'ê Mijdarê ya li paytexta Elmanya Berlînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 26'ê Mijdara 1993'an di encama berjewendiyên siyasî de PKK li Elmanyayê hate qedexekirin û hate gotin, "Cîhan hemû zane ku nêzî 50 sal in di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de şerek diqewime. Nêzî 30 sal in qedexeya heyî hemû sûcên dewleta Tirk rewa dike. Di heman demê de ev biryar bandorê li mafên Kurdan ên li Ewropayê jî dike."

FED-MED'ê diyar kir ku ew li bendê ne ku dewleta Elman dawî li vê qedexeya neheq bîne û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rola aştiyane û demokratîk rabe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku 26'ê Mijdarê li Berlînê tevlî meşê bibin.