FCDK-KAWA: Ji bo hesabpirsîna ji kujeran di 8'ê Çileyê de li qadan bin!

FCDK-KAWA got, "Ji bo 2 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin em ê ti carî dest ji têkoşîna edaletê bernedin" û ji bo çalakiyên sibe yên li Frankfûrt û Saarbruckenê banga tevlîbûnê kir.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan E.V. Hessen-Saarland-FCDK-KAWA) ji ber salvegera Komkujiya Parîsê ku sê jinên Kurd ên şoreşger di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin, daxuyaniyek da.

Di peyamê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rêzdarî û hezkirinê hatin bîranîn û dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Federasyonê diyar kir, edaleta Fransayê li şûna ku rastiyê eşkere bike û wijdanê malbatan, gelê Kurd û raya giştî rehet bike, hewl dide ku dosyayê binixumîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ronîkirina komkujiyê, eşkerekirina rastiyê û bicihanîna edaletê, dewleta Fransayê berpirsyar e.

Di daxuyaniyê de ev bang li hikumeta Fransayê hate kirin, "Doza sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin ji bo guhertina polîtîkayên we yên têkildarî gelê Kurd firsendeke gelekî girîng e. Li ser bingeha eşkerekirina rastiyê; bicihanîna edaletê wê wijdanê gelên me yên li Fransayê û tevahiya raya giştî rehet bike.

Heta ku edalet bi cih were anîn di serî de gel û dostên me wê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo sê jinên pêşeng ên li Parîsê hatin qetilkirin, bernedin."

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin, "Bi pêşengiya FCDK-KAWA û TJA-E'yê wê 8'ê Çileyê roja Şemiyê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a faşîst li Frankfûrt û Saarbruckenê meş bên lidarxistin. Em bang li gelê xwe û dostan dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin û hesab ji kujerên faşîst bipirsin."