FCDK-KAWA 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

Pêkhateyên Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Elmanyayê (FCDK-KAWA) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.

Pêkhateyên Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Elmanyayê (FCDK-KAWA) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Darmstadtê li dar xist. Ji Frankfûrt, Maînz, Gîssen, Darmstadt, Mannheîm, Saarbrûken, Hanaû, Ofenbach, Ruselsheîmê 120 delege tev li kongreya ku bi şîara "Em neteweya demokratîk û jiyana azad ava dikin" pêk hat, bûn.

Hevserokê Kon-Med Engîn Sever, siyasetmedara jin a Kurd Nilufer Koç, nivîskar û lêkolîner Azîz Tûnç û hevşaredarê berê yê Erxeniyê Nadîr Yildirim beşdarî kongreyê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan kongre derbasî hilbijartina meclîsê bû. Piştî hilbijartina meclîsê, siyasetmedara jin a Kurd Nilufer Koç û Hevserokê Kon-Med‘ê Engîn Sever axaftin kirin.

Hevserokê FCDK-KAWA Abdulvahap Alper axaftina vekirinê ya kongreyê kir û got: “Kongreya me berxwedana bi heybet a li Kurdistanê silav dike. Em 5’emîn kongreya xwe destpêkê diyarî Rêber Apo û lehengên xwe yên ku tevî hemû êrîşên faşîzmê, di têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de şehîd bûne, dikin.“

‘EM DI SERDEMEK KRÎTÎK Û DÎROKÎ DE DERBAS DIBIN‘

Piştî axaftina vekirinê ewilî siyasetmedara jin a Kurd Nilufer Koç axivî. Koç anî ziman ku em di serdemek krîtîk û dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Em di pêvajoyek girîng a hebûn û tunebûnê de derbas dibin. Yan em ê bi berxwedanê bi ser bikevin an jî bi bêdengiya li hemberî van hemûyan em ê ji qada dîrokê winda bibin. Li ser vê bingehê sala 2023’an salvegera Peymana Lozanê ye. Li gorî vê yekê dewleta Tirk siyaseta xwe li ser bingehê tunekirina hemû destkeftiyên Kurdistanê ava kiriye.”

‘ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ‘

Di berdewama axaftina xwe de Koç, bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got: “Em dikarin vî şerî vale derxînin. Em xwedî wê hêzê ne, divê em li dijî komkujiya ku tê xwestin bê pêşxistin, derkevin qadan û bi hemû hêza xwe biqîrin.”

Tevgera Avakirina Komunîst a Elmanyayê (Kommunistischer Aufbau)  ji kongreyê peyamek şand û di peyama xwe de ev tişt got: “Êdî daxwaza azadiya gelê Kurd bûye daxwazeke jêveneger.“

Di kongreyê de sînevîzyona ku çalakî û bûyerên salekê vedibêje jî hate nîşan dan.

Piştî hilbijartinê hevserokên nû û rêveberiya ji 7 kesan pêk tê hatin hilbijartin.