Evîndarên welatê xwe du giyanên dildar: Tîrêj û Azîme

Yek ji fermandarên gerîla Tîrêj Amed û gerîlaya YJA Starê Azîme Amed ku du xwişk û bira ne, meşa herî watedar a têkoşîna azadiyê wek ‘Dîtina ronahiya jiyanê’ pênase dikin.

Fermandarê gerîla TîrêjAmed ji Zapê heta Zagrosê, ji Kobanê heta Botanê, gerîlaya YJA Starê Azîme jî ji Amedê ber bi Dersimê ve meşên xwe yên azadiyê bi kedekî mezin dewam dikin. Her du lehengên Kurdistanê sala 2018’an ber bi stêrkên azadiyê ve dibin rêwî.

‘MEŞA MIN A BER BI JIYAN AZAD BI RONAHIYA SEROK APO DESTPÊ KIR’

Tîrêj Amed (Abdurrahman Saltan) di sala 1985’an, xwişka wî ya ciwan Azîme Çinar (Fatîme Saltan) jî di sala 1994’an li navçeya Çinar a Amedê tên dinyê. Di nava malbatekî welatparêz û karker de mezin dibin. Xakên ku jê dayik dibin û mezin dibin hê di zarokatî de çanda têkoşîna azadiyê bi wan dide nas kirin. Ji ber vê yekê her tim di nava lêgerînê de hewl didin ku bigihîjin bersivên rast ên jiyanê. Di vê lêgerînê de berxwedêrên zindanan û ronahiya ku li çiyayên Kurdistanê bilind dibe, meşa wan a ber bi Tevgera Azadiyê dide destpê kirin. Fermandarê gerîla Tîrêj Amed di sala 2005’an û keça ciwan Azîme jî sala 2014’an bi azweriyek mezin tevlî nava Tevgera Azadiyê dibin ango Azîme di şopa birayê xwe de dimeşe. Gerîla Tîrêj dema ku gavên xwe yên yekemîn tîne ziman heyecanek mezin jiyan dike û bi rukenî dibêje; ‘Êdî rastiyên gelê me wek agirekî dilê min de êşekî çêkir. Ji ber vê tevlîbûna PKK’ê wek xeyalekî herî mezin a jiyana min bû ango jiyana rast bi gavên yekemîn ya partî re destpê kir. Wekî ku jiyana partî bangê min dikir. Lêgerîna jiyana azad ve ez gihiştim çiyayên azad. Di vir de hêza Serok Apo wek ronahiyek bû. Meşa min jî bi vê ronahiyê destpê kir.”

AZÎME BÛ ŞOPDARA SARA Û ZÎLANAN

Gerîla Azîme jî wek Fermandar Tîrêj Amed, ji bo azadiya gelê xwe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Rêyê azadiyê her du xwişk û bira di heman rêyê de digihîne hevdu. Cudî û Dersîm jiyana her du gerîlayên nemir di her gavekî de neqşş dike. Ji Amedê berê xwe dide warê Zîlanan ango Dersimê. Bi xwestek, heyecan û coşekî mezin jiyana gerîla hembêz dike û di nava pratîkê de cihê xwe digre. Dema ku rêhevalên wê qala jiyana wê dikin dibêjin; ‘Dema ku mirov sekin û tevlîbûna wê dinêrî me digot qey bi salane gerîlatî dike. Ev jî moral dida derdora wê. Heval Azîme wek ferîşteheke bû. Hîs kirin, hez kirin û fikrandina hevaltiyê pir kûr dijiya.”

‘HEQÎQETA HEBÛNÊ BI TÊKOŞÎNA PKK’Ê BIGIHÊJE SERKETINÊ’

Fermandarê gerîla Tîrêj Amed, li serê çiya û latên zinaran dibe banga azadiyê û xwe digihîne gelê xwe. Hebûna xwe ya di nava PKK’ê de wek ‘Hêrsa tolhildanê ya sedsalan’ pênase dike û heyecana ku ji têkoşîna azadiyê digre wiha bilêv dike; “Berê de naskirinekî hestiyar hebû lê bi demê re têkoşîna azadiyê di min de zanebûn pêş xist. Têdigihijîn ku jiyana herî paqij a bê jiyîn, PKK ye, lewra heqîqet di vir de ye. Jiyan û têkoşîna azadiyê wek avekî zelal e ti carî qirêjbûnê qabul nake. Rastiyên gelê me û jiyana me hêrsa tolhildanê li hember dijmin zêdetir dike. Jiyana PKK’ê bi qasî pîrozbûna xwe kelecan dide, bi coş û moral e, li hember dijmin hêrsa tolhildanê ava dike.’

‘ARMANCA SEREKE XWEDÎ DERKETINA ŞEHÎDAN E’

Gerîla Azîme bi baweriyek mezin jiyana gerîla hembêz dike. Hezkirina wê ya çiya û hevaltiyê di asta herî bilind de ye ji ber vê di nava rêhevalên xwe de jî bi fedakarî û dilnizmiya xwe ve tê naskirin. Ji bo ku hevalên wê newastin di hemû karan de xwe pêşniyar dike û bi xwestek demên herî watedar ya jiyana xwe li çiyayên welatê xwe derbas dike. Ango gerîla Azîme di demeke pir kin de dibe pêşengeke xurt a gerîlayan. Di temenê xwe ya ciwan de gav bi gav bi zanistî dibe şopdareke bi hêz û di têkoşîna azadiya jin de dibe yek ji afrînera jiyana nû. Yek ji armanca wê ya sereke xwedî derketina xeyalên şehîda bû. Bi cesareteke mezin bi ser dijmin de diçû û ew jî bû şopdareke Sara û Zîlanan.

VÎNA GELÊ XWE DI DIL DE DIJÎ

Fermandar Tîrêj Amed ji bo azadiya gelê xwe li hemû qadên têkoşînê dijî, ango şerê hebûnê dide. Dema ku qîrînên dayikan li Kaniya Kurdan bilind dibe berê xwe dide Kobanê. Di nava berxwedana mezin de dibe pêşeng. Jiyana gerîla û rastiya jiyanê ji dil ve hîs dike, wate dide jiyanê. Ji ber vê dema ku wateya gerîlatiyê vedibêje; “Gerîla bersiva rast a jiyan kirinê ye. Di hindûrê wê de rastî, rûmeta jiyanê heye. Her tiştê xwe pîr û pak e. Gerîla bi birdoziya Serok Apo re jiyanek herî zelal dijîiye, lewra em jiyîna felsefe û ramanên Serokatî ne. Gerîlatiya PKK’ê vîna gelê xwe di dilê xwe de jiyîne. Ji ber vê têkoşîna me têkoşîna herî bi maf ya gelan e. Serok Apo bi kedekî bêhempa îradeya mezin derxist holê û gelê me ya ku bi hesreta azadiyê têdikoşe bi baweriyek mezin li pey ronahiya Serok Apo heta niha bêeman dimeşin. Ango tevgera me bi felsefe û paradîgmaya azadiyê ya ku Serok Apo pêşengtiyê wê dike bû tevgerekî mirovahiyê. Ji ber vê yekê em milîtanên Rêber Apo teqez ji bo serketinê şer dikin.”

‘TI SÎNOR LI PÊŞIYA BAWERIYA ME NIKARE BIBE ASTENG’

Yek ji Fermandarê HPG’ê Tîrêj Amed dema ku armancê xwe yê çûyîna Bakur pênase dike vê dibêje; “PKK rêya jiyan û şer kirina rast nîşanî gelê me dide. Bi saya Serokatî û PKK’ê dîroka Kurdistanê de şerekî hîn bi zanist û berxwedêr ava dibe. Tu kes nikare vê rastiyê înkar bike û em li ser vê rastiyê têdikoşin. Çawa şerê jiyanê bê dayîn PKK’ê fêrî me kir. Rêber Apo di nava tecrîtekî giran de ye armanca me jî azad kirina Rêber Apo û gelê me ye. Li gorî demê û paradîgmayê em ê şer bikin û şerê azadiyê de ser bikevin. Wek gerîlayek hemdem em ê şer bikin û serbikevin. Ti sînor li pêşiya biryardarî û baweriya me nabe asteng. Çûyîna Bakur di min de hestên herî ji dil ava dike. Ji bo gelekî bindest şer kirin şerekî herî pîroz e. Di şopa şehîdên azadiyê de şer kirin pîroz û rûmetekî herî mezin e. Bi vê heyecan û coşî, bi ruhê Apoyî berê xwe didin Bakurê Kurdistanê. Em li hember Rêberê xwe û gelê xwe deyîndarin ji ber vê divê em bibin bersiv. Em ê rast bijîn û şer bikin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo jiyanek azad şerê herî pîroz bimeşînin.”

TÎRÊJ Û AZÎME DU FERÎŞTEHÊN KURDISTANÊ NE

Fermandarê gerîla Tîrêj li Cudiyê Mirada bi kedekî mezin têdikoşe û li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, sala 2018’an digihêje bêmiriniyê. Gerîlaya YJA Starê Azîme jî li warên Elîşêr û Zarîfeyan de bi kesayeta xwe a fedayî heman salê de digihîje stêrkên azadiyê. Her du xwişk û birayên hevdu cardin di karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê de digihêjin hev. Dema ku rêhevalên wan pênaseya jiyana herdu lehengên azadiyê dikin dibêjin; ‘Meşa me meşa tolhildanê ye. Em ê tola hevalên xwe ji dijmin bigrin. Hêz û baweriya me heta dawî heye. Botan û Dersîm ji dîroka Kurdan re dayîktî kiriye, gerîlayên xwe parastine ji ber vê hewceye mirov ji bo vê gelê xwe feda bike. Herdu têkoşerên welat, gotin di cih de be wek ferîştehên Kurdistanê bûn lewra bi hevaltiyên xwe di dilê rêhevalên xwe de hezkirinek mezin ava kirin. Ked, dirustbûn û dilnizmî pîvanên jiyana wan bû. Berpirsiyariyên milîtanî heta dawî pêk danîn. Bi têgihiştinekî xurt di jiyana gerîla de hebûna xwe didan hîskirin. Di hemû kêliyên jiyana xwe de erkên xwe yên milîtanî pêk anîn. Armanca wan pêkanîna xeta Serokatî û serkeftina dozê bû. Bi cesaretekî mezin ser jiyan, xebat û çalakî de diçûn. Xwedan kesayetên çalak bûn. Ji ber vê ew in peşengên gerîla.”