Ebdulkerîm Omer: Berdêla endametiya NATO'yê divê ne li ser pişta Kurdan be

Ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer ku ji bo hevdîtinan ev demeke li Swêdê ye, destnîşan kir ku ew ne li dijî endametiya Swêdê ya li NATO'yê ye, lê belê berdêla vê yekê jî divê ne Kurd be.

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer ku ji bo hin hevdîtinan serdana Swêdê kir, ji ANF'ê re axivî.

Piştî îmzekirina peymana navbera Tirkiye û Swêdê, hevdîtinên we yên li Swêdê çawa derbas bûn? Helwesta rayedar û raya giştî ya Swêdê çawa ye?

Piştî îmzekirina ew peymana navbera Swêd, Fînland û Tirkiyeyê, em hatin Swêd û gelek hevdîtin kir. Li ser daxwaza wan em hatin. Me gelek partî û derdor dîtin. Ji bo ku tiştê diqewime lazime were fêhmkirin. Em ne li dijî tevlîbûna wan a li nava NATO'yê ye. Tiştê nayê fam kirin ew ku berdêla vê yekê divê ne li ser pişta Kurdan be. Ji ber ku Swêd û Fînland weke welatên demokrat hatine naskirin û bi sed hezaran Kurd li wan welatan e. Pêvajoyeke hevalbendî ya bi hev re gavên mezin li pey xwe hêlan. YPJ-YPG hevalbendên mezin ên koalîsyona li herêmê ye. Swêd jî nav wê hevpeymanê de bû. Ji nişkê ve li ser daxwaza Tirkiyeyê gav paşde avêtin. Ev gavpaşve avêtin nayê pejirandin. Me weke PYD-QSD an Rêveberiya xweser em ti carî ji bo Tirkiyeyê nebûne xetere. Berevajî vê yekê Tirkiye timî li ser herêmê bûye xetere û metirsiyeke mezin. Me tenê xwe parastiye û li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye. Me deriyê diyalog û hevdîtinan jî negirtiye. Em naxwazin di sedsala 21'ê de Swêd û Fînland ji siyasetên qirkirina gelan a dewleta Tirk re ku bi awayekî hov nêzî Kurdan dibe, nebin piştgir. Ji ber ku di nava raya giştî ya Swêdê de jî nerazîbûneke pir mezin heye.

DAÎŞ'iyên welatiyên Swêdê gelo bû mijarek ji rojeva hevdîtinên we?

Têkoşîn û şerê me yê li hember DAÎŞ bidawî nebûye. Weke statû Kurdan ew bidawî kirin lê weke hişmendî yan jî şaneyên razayî hê jî dewam dike. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke navdewletî û cîhanû ye. Bi hezaran girtî û malbatên wan hene. Ji 55 dewletan e û lazime ew diyaloga civakî dewam bike û lazime ew dewlet jî bi erka xwe rabin. Xeteriya DAÎŞ'ê ji bo me û ji bo Swêd jî dewam e. Lazime ev bibe mijara sereke û rêyeke çareseriyê were dîtin. Lazime rêyeke diyalogê were avakirin, ji ber ku berjewendiyên me yên hevpar hene. Her wiha lazim e Swêd li ser daxwaza Tirkiyeyê xwe ji koalîsyona navdewletî paşde nede û ew hevkariya xwe dewam bike. Bi sed hezaran Kurd li Swêdê hene û ev yek jî bi serê xwe mijareke sereke ya avakirina dostaniyê ye. 

Têkildarî teqîna li Stenbolê hûn dixwazin çi bibêjin? Jİ ber ku rayedarên dewleta Tirk yekser PYD-YPG û YPJ sûcdar kirin.

Medya Swêdê jî heman pirs li me kir. Me ji wan re jî got; Tirkiyeyê bi wan lîstokên xwe yên qirêj hatiye naskirin. Çawa ku Tirkiye daxwaza endambûna NATO ya Swêd û Fînlandiyayê weke firsendekê bikar anîn, îro heman tiştî ji bo êrîşkirina ser Kurdan bikar tîne. Ji xwe erkek me jî ew e ku ew şaneyên veşartî ku ji bo tevayî cîhanê xeteriyeke mezin e, li hemberî wan têbikoşin. Ji xwe me ew êrîş şermezar kir û her wiha me daxwaza avakirina komîsyoneke êalî ji derve ji bo zelalkirina wê teqînê kir. Lê mixabin ji bo qirkirina gelê kurd Tirkiye her cure rêyên qirêj bi kar tîne û ji bo avakirina komara nû ya sedsalê sînorên xwe berfireh bike û pêşî li destketiyên Kurdan bigrin. Kurd ne ew Kurdên berê ne û dem jî ne ew dema beriya sed sala ye. Kurd xwedî navdeng û xwedî erkên diyarker li herêmê ne.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildaneke gelan a bi pêşengtiya jin û dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" heye û şoreşa rojava jî weke şoreşa jinê tê binav kirin. Li du welatên cûda û heman tişt, têkiliyeke çawa di navbera wan her du cihan de heye? Xalên hevbeş çi ne, îlhama her du şoreşan wê ji bo hev çi be?

Tiştê ku îro li Rojhilat û Îran diqewime, em weke berdewamiya şoreşa Rojava dibînin, ji ber ku di herdu şoreşan de jî jin pêşeng in. Îro dîsa pêşeng jin a Kurd e û sembol jî jina Kurd e. Pêşengtî bûye qedera Kurdan. Helbet mirov nikare bandora şoreşê nebîne. Ji xwe tiştê ku Tirkiyeyê û dewletên herêmê jê ditirsin jî ew bandora şoreşa rojava ya li ser herêmê ye. Em serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin. Jin, Jiyan, Azdî bûye dirûşmeyeke navneteweyî û em pir girîng dibînin. Serketina her beşek ji welat bi hev ve girêdayî ye. Tenê  bi vî awayî dikare dîroka Kurdan ji nû ve were nivîsandin.