Esqûerra Repûblîcana ya Katalan bertek nîşanê êrîşên dagirkeriyê da

Rêxistina Esqûerra Repûblîcana, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û têkîliya hikûmeta Spanya bi dewleta Tirk re, rexne kir.

Rêxistina siyasî ya herî çalak û herî kevin a li Katalonyayê, Esqûrra Repûblîcana bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Esqûerra Rebûblîcana di daxuyaniyê de wiha got: “Esqûerra Repûblîcana êrîşên hêzên biçek ên Tirk ên di 19-20’ê Mijdarê li ser bajarê Kurdan ên li Sûriyeyê û Bakurê Iraqê û Kobanê bi tundî şermezar dike. Em ji ber ziyanên van êrîşan, êşa mexdûran parve dikin.”

Di daxuyaniyê de qala fikarên li ser êrîşên kîmyewî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat kirin û ev tişt hat gotin: “Em ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî yên hikûmeta Erdogan li gel delîlan bi fikar û operasyonên leşkerî şermezar dikin.”

BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi bombekirina sivîlan hiqûqa navneteweyî binpê dike û bi domdarî wiha hat gotin: “Êrîşa trajîk a ku 13’ê Mijdarê li Stenbolê pêk hat, tu kesê negirt ser xwe. Di her rewşê de nabe ku ji bo bombekirina sivîlan bibe hincet ku ev jî bi heman awayî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Her wiha bi mayîna bi mehan ji hilbijartinan re, bi armanca kirina propaxandayê û zêdekirina piştgiriya ji bo desthilatdariya heyî, kirina zilmê li Kurdan, em şermezar dikin.“

HIKÛMETA SPANYAYÊ HAT REXNEKIRIN

Esqûerra Repûblîcana hewildanên xurtkirina têkîliyên bi dewleta Tirk re yên hikûmeta Spanyayê rexne kir û got: “Lûtkeya dualî ya Mijdara sala 2021’ê ya di navbera Spanya û Tirkiyeyê de, peymanên hevkariya du welatan ên bazirganiya çekan jî di nav de, piştgiriya Spanyayê ya ji bo Tirkiye bikeve nav Yekîtiya Ewropayê, di demeke ku zextên siyasî yên eşkere li HDP’ê tên kirin, bi hezaran girtiyên siyasî hene de pêk hatin.“