‘Erkên xwe yên pîroz bi dil û can pêk anî‘

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ya Elmanyayê bi daxuyaniyekê Haydar Işik bibîranî û diyar kir ku Haydar Işik hetanî roja dilovaniyê erkên xwe yên pîroz bi dil û can pêk anî.

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ya Elmanyayê bi daxuyaniyekê Haydar Işik bibîranî û diyar kir ku Mamoste Heyder li gel endametiya Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û Zanistî, di gelek sazî û rêxistinên Kurd ên neteweyî yên din de jî cih girt û hetanî roja dilovaniyê ew erkên xwe yên neteweyî yên pîroz bi dil û can pêk anîn.

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ya Elmanyayê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Me dîsa welatparêz û rewşnebirekî Kurd ê hêja wendakir. Mamoste û nivîskarê mezin Heyder Işık îro xatir ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. Mamoste Heyder li gel endametiya Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û Zanistê, di gelek sazî û rêxistinên Kurd ên neteweyî yên din de jî cih girt û hetanî roja dilovaniyê wî erkên xwe yên neteweyî yên pîroz bi dil û can pêk anîn. 

Em wek rêveberiya Înstîtûta Kurdî ya li Elmanyayê ji Mamosteyê hêja re dibêjin oxir be û em ê tu carê te ji bîr nekin. Bila serê gelê Kurd, malbata wî û hezkiriyên wî sax be.“