Eritre hebûna artêşa xwe ya li herêma Tigreyê qebûl kir

Hikumeta Eritreyê, nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û hebûna artêşa xwe ya li herêma Tigreyê qebûl kir. Di nameyê de soz hate dayin ku wê leşkerên xwe vekişîne.

Hikumeta Eritreyê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û yekemcar qebûl kir ku li herêma Tigreyê leşkerên wan hene.

Beriya niha Etiyopyayê jî qebûl kiribû li herêma Tigreyê leşkerên wan hene.

Eritreyê jî qebûl kir ku ji bo 'piştgiriyê' bide artêşa Etiyopyayê artêşa xwe şandiye herêmê.

Eritreyê di nameya xwe de ya ji bo KENY ragihand ku wê artêşa xwe ya li herêmê vekişîne.

Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed Mijdara 2020'î daxuyaniyek dabû û gotibû, "Ji ber îdîayên 'êrişê ya li dijî baregehên leşkerî, em artêşa xwe li dijî Eniya Rizgariyê ya Gel a Tigreyê dişînin herêmê."

Bi piştgiriya artêşa Eritreyê, artêşa Etiyopyayê 'serketin'a xwe ragihand. Lê belê ji hingî ve şer li herêmê dewam dike. Artêşa Eritreyê li herêma Tigreyê bi komkujî û destavêtinê tê sûcdarkirin.

Tevî ku gelê xwecihî, rêxistinên civakî, dîplomat û rayedarên leşkerî yên xwecihî piştrast kiribûn jî Etiyopya û Eritreyê demeke dirêj înkar dikir ku artêşa Eritreyê li herêmê nîne.

Lê belê Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed dawiya meha Adarê qebûl kir ku artêşa Eritreyê li herêma Tigreyê hebû û vekişiyane.

Nameya ku bi navê Nûnera Eritre ya li Neteweyên Yekbûyî Sophia Tesfamariam ve hate şandin, ji aliyê Wezareta ragihandinê ya Eritreyê ve bi rengekî fermî ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Alîkarê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî yê ji Karên Mirovî Berpirsyar Mark Lowcock roja Pêncşemê ragihand ku li ber destê KENY agahiyek têkildarî vekişîna artêşa Eritreyê nîne.

Lowcock diyar kir ku personelên hewl didin alîkariya mirovî bigihînin herêmê her roj li ser sûcên şer ên artêşa Eritreyê agahiyan bi dest dixin.