Erîşên dagirkeriyê li ber avahiya OPCW’ê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya OPCW’ê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya OPCW’ê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Rêxistna Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haag ê Holandayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya nobetê li dar xist.

Di çalakiyê de xemsariya OPCW’ê û qebûl nekirina şandeya ku xwest raporekê pêşkêşî wê bike hat şermezarkirin.

Çalakgeran got: “Banga me li gelê me ye; bila her rojên Sêşemî û Pêncşemiyê tevlê çalakiya nobetê ya didome bibin û çalakiyê mezintir bikin.”