Erdogan li Brûkselê hate protestokirin

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana Rûsyayê berê xwe da Brûkselê. Li Brûkselê Kurdan û çepgiran Erdogan protesto kirin.

Piştî krîza koçberan û Idlibê ya ku Erdogan pêk anî, serdana Brûkselê kir, li Qada Schûman ji aliyê Kurdan û çepgiran ve hate protestokirin.

Lı gorî çavdêrên siyasî Erdogan dixwaze bikaranîna hêzê giraniya xwe li ser Ewropiyan bide çêkirin. Erdogan ji NATO’yê di mijara Idlibê de ‘desteka zelal’ xwest. Heta niha NATO ji derveyî desteka bi gotinî tiştek din nekiriye.  Stoltenberg anî ziman ku NATO ‘wê ji niha û şûnde rola bikeve ser milan bi berdewam bi cih bîne’ têkildarî bê ka wê roleke çawa bilîze ti agahiyek neda.

Tê payîn ku Serokkomarê Tirk li gel rêveberên Ewropî jî bicive. Hikûmeta Elmanyayê ji niha ve diyar kir ku di rewşa heyî de welatê wan amade ye ku hezar û  500 zarokî bigire.

Seroka Komîsyona Ewropa Ursûla von der Leyen di daxuyaniya îro da de got: “Em ê ji nû ve dest bi diyalogê bikin. Bûyerên li sînoran diqewimin nayên qebûlkirin û divê dubare nebin. Ji bo wê em neçarin guh bidin hemû aliyan.” Lenyen destnîşan kir ku wê diyalog îşev neqecin û rojên pêş heta hefteyan jî bidome.

Şefê Polîtîkayên Derve ya YE’yê Josep Borrelle anî ziman ku a girîng ew e ku ‘Nebawerkirina koçberên li Tirkiyeyê ya ku deriyê sînor ê Ewropayê vekiriye û bê ku zextekî girseyî bikin ku bikevin hundir e.”