Erdal Acem, şervanê ku li nav gerîla bi helwesta xwe bi ser ketî

Erdal Acem ê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nav tevgera PKK'ê dibe. Gerîlayê HPG'ê Firat Zîlan behsa gerîla Acem kir ku bi eslê xwe Acem bû û got, ''Şehîd Erdal şervanekî wiha bû ku hewcehiyên têkoşînê bi cih dianî.''

Gerîlayê HPG'ê Firat Zîlan behsa hevrêyê xwe Erdal Acem kir, ku li Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûbû. Erdal Acem ji Rojhilata tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Bi salan li çiyayan li dijî hemû hêzên ku dixwazin Kurdan tine bikin şer dike. 2016-2017'an li çiyayên Cîlo şehîd dibe.

Gerîlayê HPG'ê Firat Zîlan ku behsa şehîd Erdal Acem dike, dibêje, Acem heta dawiyê bi serfiraziyê bawer bûye û wiha şehîd bûye. Zîlan wiha axivî: ''Dema ku nû tevlî nav rêxistinê bûbûm li qada Zagrosê fermandariya yekîneya me bû. Heta şehîdbûnê jî wiha bû. Dabû ber xwe ku ji hêla îdeolojîk û leşkerî ve şervanan bigihîne, wan zîrek bike. Li devera ku ew lê bû ne pêkan bû ku problem derketana, moralê şervanan ne xweş bûye. Li devera ku ew lê bû, moral her dem hebû. Nexasim li deverên weke Zagrosê zor û zehmet û ked li pêş e, hevrêtiyên xurt çêdibin. Ev hevrêtî, di nav ew qas zor û zehmetiyê de şehîd Erdal bi keda xwe çêdikir.

Pir girîngî dida disîplîna leşkerî. Ew jî li ser vê mijarê hesas bû lê hevalên li cem xwe jî perwerde dikir. Her kesî jê re digot, ''Erdalê Acem''. Jixwe Acem bû. Tim li hevalan dinerî, dikeniya û digot, ''Bi Xwedê, di nav we de ez bûme Kurd''. PKK rastiyek e ku hemû gelan di nav xwe de vedihewîne. Ev jî têkoşînê geş dike. Şehîd Erdal hay ji hewcehiyên vê têkoşînê hebû û bi cih dianî.''