Enternesyonela Pêşverû: Li dijî êrîşên Erdogan a li ser Kurdan em ê bikevin tevgerê

Enternesyonala Pêşverû diyar kir ku ji bo aştiyekî mayînde hewl didin makîneya şer perçe bikin û li şûna wê dîplomasiya gelan a xwe dispêre jiyana hevbeş pêk bînin.

Progressive International (Enternesyonela Pêşverû) rêxistinekî navneteweyî ku rewşenbîrên çepgir ên pêşverû û rêxistinan tine gel hev. Saziyê nerazîbûn nîşanî êrîşa topyekûn a dewleta Tirk li ser Kurdistanê da. Destnîşan kir ku desthiladariya AKP-MHP’ê li hundir zextan li mûxalitefê bi taybetî li HDP’ê dike û ji derve jî li dijî Kurdan operasyona leşkerî didomîne.

Enternesyonala Pêşverû di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt got “Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan di hemû eniyan  de şerê li dijî Kurdan girantir dike; Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ditepisîne, dest bi êrîşekê leşkerî ya nû li Iraqê dike, gefa dagirkirineke nû li Sûriyeyê dixwe û li hemberî Ewropayê ya ku piştgiriyê dide Kurdan jî, zextan dike.

Bi hilbijartinên serokomariyê yê di sala 2023’an li Tirkiye pêk were Erdogan li ber windakirina desthilatdariyê ye. Tevgera leşkerî ya nû hewldaneke tinazker e  ku dixwaze balê ji rêvebirina xirap a aboriya Tirk rake.”

HÊZA ÊRÎŞAN JI NATO’YÊ DIGIRE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên Erdogan a li dijî Kurdan bi berfirehkirina NATO’yê re hemwext e û wİha hate gotin: “Ya ku rê li ber êrîşên nû ya Erdogan vedike û berfirehkirina NATO’yê heman tişt in. Ji ber ku Swêd û Finlandiyayê serlêdan tifaqê kirin, Tirkiye bi berdela endamtiya NATO’yê daxwaz kir ku embargoya çekan bên rakirin û Kurdan radestî Tirkiyeyê bikin. Pê re endamên NATO’yê a li Emerîkaya Bakur û Ewropa li hember tundiya Erdogan ku her ku diçe zêdetir dibe, bêdengî hilbijartin.

‘HERÊMA EWLE’ QIRKIRINA ETNÎK E

Di daxuyaniyê de bibîrxistin ku desthilatdariya Erdogan ji 18’ê Nîsanê û vir ve êrîşên xwe girantir kiriye û hate destnîşankirin ku ji bo di salvegara 10’emîn Şoreşa Rojava de şoreşê bifetisîne û qirkirina nîjadî pêk bîne êrîşê Başûr û Rojava dike. Hêviya ku şoreş afirandiye di bin gefan de ye. Erdogan di 24’ê Gulanê de niyeta xwe ya dagirkirina 30 km “herêma ewle” ya ji bi zorê bicîhkirina penaberan anî ziman. Bi vê ve dixwaze qirkirina etnîk ya li ser nifûsa herêmê ya nêzî 2,5 mîlyon û Kurd, Ereb, Ezîdî, Suryanî pêk bîne. ”

JI BO PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNA KURDAN ME ŞANDEYEK ŞAND HEWLÊRÊ

Di daxuyaniyê de Enternesyonlên Pêşverû da zanîn ku li dijî êrîşên dagirker in û ew li gel Kurdan cîh digrin û hate gotin ku weke nîşaneya vê piştgiriyê şandeyeke aştiyê şandin Hewlêrê.