Enternasyonalîstên Swîsreyî: Piştgiriya gelê Rojava bikin!

Kampanyaya “Em niha bi hev re tevbigerin“ a Riseup4Rojava ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Cenevre û Lûzernê dest pê kir.

Li bajarê Cenevre û Lûzernê bi piştgirtiya Komîteya Rojava, bi pêşengiya enternasyonalîstên Swîsreyî bi dirûşma ‘’Li bakurê Sûriyeyê ji şer re na“’ û “Dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin“ çalakî hatin lidarxistin.

CENEVRE

Enternasyonalîstên li qada Place de Neûve ya li bajarê Cenevreyê hatin ba hev, mîtîngek li dar xistin.

Di daxuyaniya li ser navê komîteya çalakiyê hat dayîn de wiha hat gotin:

“Bi êrîşên hewayî Kobanê, Dêrîk, Şehba, Minbic, Zirgan/Dirbêsiyê û Til Temir hatin bombekirin. Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin bombekirin. Êrîş berdewam in.

Êrîşên dawîn ên li herêmê divê wek amadekariya dagirkerî û qirkirinê bên dîtin. Lewma me dest bi kampanyayê kir. Em bang li her kesî dikin ku bi gelê Kurd re bin.“

LÛZERN

Li bajarê Lûzernê jî dest bi kampanyaya “Niha em bi hev re tevbigerin“ hat kirin. Girseya bi banga Komîteya Rojava ya hat ba hev, bi berzkirina dirûşmên xwedî derketina li têkoşîna gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê, ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Di mîtînga li Helvetîaplatzê hat lidarxistin de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojava zêdeyê sê salan e rû bi rûyê êrîşên bi her awayî ye. Ji bo Tirkiye tiştê dixwaze bike Hêzên hegemon ên navneteweyî yên wek DYA û Rûsyayê ji Tirkiyeyê re got: ’Erê’. Helwesta me ji Rojava divê eşkere be. Rojava di şer de ye! Êrîşê Rojava tê kirin! Lewma em ji niha ve dest bi kampanyayê dikin.

Bila her kes bizane ku yên dirûşma ’Jin jiyan azadî’ bi ruh û can kir, jinên Rojavayî ne, gerîlayên li serê çiyayan in. Kurdistan mafdar e. Em bang li her kesê dikin ku demildest tevbigerin û dakevin qadan. Hûn li kû derê cîhanê jî bin piştgiriya gelê Rojava bikin.“


          [album=18046]