Enternasyonalîstên Gaspeyê wê ji bo Rêberê Gelê Kurd bimeşin

Enternasyonalîstên Gaspeyê wê di 6-7'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin Perceyê.

Enternasyonalîstên Gaspeyê wê di 6-7'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Perceyê ve bimeşin.

Enternasyonalîstên Gaspeyê, ji bo destpêkirina rêxistinkirina xwe, wergirtina piştgiriya navneteweyî wê tevî gelê Kurd û mutefîkên xwe yên li her dera dinyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 6 û 7’ê Sibatê de ji Gaspeyê bimeşin Perceyê.

Enternasyolîstan diyar kirin her sal ji aliyê ciwanên şoreşger û kolektîfên navneteweyî ve ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek tê lidarxistin û gotin “Rêber Apo 23 sal in bi neheqî li giraveke Tirkiyeyê di girtîgehê de tê ragirtin. Operasyona girtinê ya ji aliyê servîsên veşartî yên welatên cuda ve tê kirin binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê di 6 û 7’ê Sibatê de ji bo piştgiriya Kurdan û serbestberdana Abdullah Ocalan me ev rê hilbijart û wê endamên rêxistinê wê ji Gaspeyê heta Perceyê bimeşin.”