Enternasyonalîstan li Bernê PKK silav kirin

Enternasyonalîst bi banga Komîteya Rojava li hev kom bûn û bi meşekê ya ber bi kolana Lombagwegê ku sefaretxaneyên Tirkiye, Îran û Iraqê lê ne, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li ser herêmên Kurdistanê, li paytexta Swîsre Bernê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Enternasyonalîst bi banga Komîteya Rojava li hev kom bûn û ber bi kolana Lombagwegê ve meşiyan ku sefaretxaneyên bilind ên Tirkiye, Îran û Iraqê lê ne. Di meşê de salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Li gel hewldana polîsên Bernê ya ji bo astengkirina çalakiyê jî balonên ji peyamên pîrozkirina salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li ber sefaretxaneyan hatin firandin.

Çalakger piştî sefaretxaneya Tirk berê xwe dan sefaretxaneya Iraqê û bi pankartên li ser êrîşên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj dirûşm qîriyan.

Piştre jî li ber Nûnertiya Îranê axaftin hate kirin û ahte gotin, "Parastina Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur, asta serketinê ya têkoşîna enternasyonalîstan e. Em ê xwedî li têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê derkevin."

Çalakger piştre ber bi navenda bajêr ve meşiyan û li Reîthalleyê çalakiya xwe bi dawî kirin.