Enternasyonalîst ji bo meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan amade ne

Ji gelek welatan zêdetirî 150 aktîvîstên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bimeşin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêdeyî 150 aktîvîstên enternasyonalîst ên ji welatên cuda di serî de Elmanya, Fransa, Spanya, Portekîz, Swîsre û Îngilîstanê wê di 6’ê Sibatê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi meşa dirêj bikin.

Endama Navenda Jineolojiyê û Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj a Enternasyonalîst Nora Merîno ku têkildarî meşê agahî da ajansa me, diyar kir ku meşa enternasyonalîst a ku wê îsal cara heftemîn bê li darxistin wê li Swîsreyê pêk were. Merîno anî ziman ku ew ê nerazîbûna xwe li dijî 100’emîn salvegera 4 parçebûna Kurdistanê bînin ziman û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin.

'EM DIXWAZIN DENGÊ XWE BI DENGÊ GELÊ KURD RE BIKIN YEK'

Nora Merîno da xuyakirin ku, ew dixwazin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin dengê gelê Kurd û got, "Em weke enternasyonalîst 7 sal in meşên dirêj li dar dixin. Em dixwazin Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd nas bikin û bi girseyan bidin naskirin. Di heman demê de em dixwazin dengê mirovên ji neteweyên cuda bi dengê gelê Kurd re bînin cem hev. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Bi vê têkoşînê re em dixwazin azadiya wî misoger bikin."

'ABDULLAH OCALAN RÊBERÊ GELÊN BINDEST E'

Merîno da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, di heman demê de bi paradîgmaya ku daye pêş Rêberê hemû bindestan e û got, "Ew ne tenê Rêberê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, di heman demê de bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bûye Rêberê hemû gelên bindest. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro pêşengî ji berxwedana Rojava, Îran, Rojhilatê Kurdistan, gerîlayên çiyê û berxwedêrên zindanan re dike. Di serî de jin, ciwan û gelan em dixwazin li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku avakarê vê felsefeyê ye, xwe bi rêxistin bikin. Di heman demê de em dixwazin rengê enternasyonalîstan jî ji têkoşîna berdewam re nîşan bidin.”

Merîno bal kişand ser girîngiya meşa ku li Ewropayê bê lidarxistin û diyar kir ku ji ber 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya ku bû sedem Kurdistan bibe 4 parçe, wê îsal li Swîsreyê bimeşin û got, "Meşa ku wê li Ewropayê pêk were girîng e. Ji ber ku van dewletan di komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo pêş ket de rol lîstin. Dîsa para van dewletan di parçekirina Kurdistanê de heye. Em parçebûna Kurdistanê qebûl nakin û ev peyman di çavên me de vala ye. Em hem tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û hem jî Peymana Lozanê ya ku Kurdistanê ji hev vediqetînin şermezar dikin."

Merîno da xuyakirin ku, sala 2023'yan di heman demê de sala hilbijartinê ye û got, "Divê em bi bilindkirina têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê paradîgmaya 'Konfederalîzma Demokratîk' û zanista wî ya Jineolojiyê li tevahiya cîhanê belav bikin. Li her derê ciwan, jin û gel vê îdeolojiyê weke îdeolojiya xwe bi kar tînin. Pêwîst e bê dîtin û xwedî lê were kirin.”

BERNAMEYA MEŞÊ

Merîno der barê bernameya meşê de agahî da û diyar kir ku wê zêdetirî 150 aktîvîstên enternasyonalîst ên ji erdnîgariyên cuda yên cîhanê, ji Ewropayê heta Emerîkaya Latîn, ji Awûstralya heta Efrîkayê, beşdarî vê meşê bibin. Merîno wiha domand: “Ji Elmanya, Fransa, Îtalya, Emerîkaya Latîn, Îngilîstan, Ewropaya Rojhilat, Efrîka û Awûstralyayê derdora 150-160 hevrê wê beşdarî vê meşê bibin.”

DI 5’Ê SIBATÊ DE LI CENEVREYÊ KONFERANS

Merîno da zanîn ku ew ê di 6'ê Sibatê de dest bi meşê bikin û diyar kir ku ew ê di 5'ê Sibatê de ji bo Abdullah Ocalan li Cenevreyê konferansekê li dar bixin. Merîno got: “Em weke enternasyonalîst di 5’ê Sibatê de li Cenevreyê konferansekê li dar dixin. Rastiya Rêber Apo di heman demê de rastiya Kurdistanê ye.

Di vê konferansê de em ê bi beşdariya parêzerên Rêber Apo behsa paradîgmaya Rêber Apo, hevrêtiya wî ya bi jinan re, tecrîda li Îmraliyê bikin. Di heman demê de parêzerên endamên Platforma Li Dijî Tecrîdê ku di rojên derbasbûyî de çûn Tirkiyeyê wê çavdêriyên xwe ragihînin. Em ê cihê têkoşîna azadiya Kurd a li cîhanê û geşedanên siyasî yên li cîhanê jî binirxînin. Komên ku beşdarî meşê bibin wê der barê têkoşîna li welatên xwe de agahiyan bidin. Konferans wê bi nîşandana fîlmê min Kobanê bi dawî bibe. Di meşê de wê bernameyên cuda bên lidarxistin. Dîsa geşedanên dawî wê bi danîna girêdana bi Rojava re bên nîqaşkirin."