Enstîtûya Kurdî li Stockholmê Semîner li dar xist

Bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li paytexta Swêdê Stocholmê bi boneya cejna zimanê Kurdî, li ser ziman û rewşa zimanê Kurdî semînerek hat lidarxistin.

Li bajarê Stockholmê bi boneya roja zimanê Kurdî semînerek hate lidarxistin. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Serokê Enstîtûya Kurdî Kamran Simo Hedilî axaftina destpêkê kir. Kamran piştî silavkirina beşdaran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser giringiya meha Gulanê ya ji bo gelê Kurd û got: “Ev meh di nava Kurdan de weke meha şehîdan jî tê binavkirin, ji ber ku di vê mehê de gelek lehengên hunermend û gelek rewşenbîrên Kurd canê xwe ji dest dane.”

Kamran behsa kar û xebata Celadet Elî Be

dirxan û hevrêyên wî kir û got: “Heger îro bi sedan dildar û mamosteyên zimanê Kurdî hene, bi saya ked û xebata wan pêşengan e û em wan bi bîr tînin. Em ji gelê Kurd dixwazin ku xwedî li ziman û saziyên ku ji bo zimanê Kurdî têkoşîn dikin, derbikevin. Divê em li her derê saziyên wisan bi pêş bixin ku zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Di serî de jî divê em weke gelê Kurd giringiyê bi zimanê xwe bidin.“

Piştre Wekîla Partiya Demokrat a Civakî Kadîr Kasirga axivî û got: “Ez bixêrhatina we tevan dikim. Ez ne kesekî zimanzan im lê bi rastî jî bi hebûna semînerên li ser zimanê Kurdî, pir bi kelecan û kêfxweş dibim. Ez weke siyasetmedar bi rastî jî xeteriyeke mezin li ser zimanê Kurdî dibînim. Li Swêdê berê derfetên pir mezin ji bo kar û xebatên zimanê Kurdî hebûn, lê di van salên dawîn de xwestekên wisan kêm bûne. Dewletên dagirker jî vê weke derfet bi kar tînin. Li welatê Swêd derdora 200 hezar Kurd dijîn. Gelek caran derfetên mezin derketin pêşiya Kurdan, lê piranî ev derfet bi awayek cuda hatin bikaranîn. Pir sazî û rêxistin hene ku dixwazin wan derfetên ji bo ziman kêm bikin. Divê Kurd hişyar tevbigerin.”

Mamosteyê zimanê Kurdî Rêkar Ehmed jî qala giringiya zimanê Kurdî û got: “Divê beriya her tiştî Kurd ziman û rabirdûya xwe baş bizanin. Bi taybetî zimanê Avestayê nasnameya Kurdan e û tu eleqeya xwe bi zimanê Farisî re nîn e. Gelek peyvên kevin di nava Avestayê de hene ku di nava zimanê Farisî de tu nîn in. Bandoreke mezin a zimanê Avestayê li ser zimanên Îngilizî, Elmanî, Rûsî, Swêdî û gelek zimanên din heye. Divê hem li Başûr û hem jî li Rojavayê Kurdistanê xebatên hevbeş ên ji bo zimanê Kurdî, werin kirin.“