Endamên MPKE’yê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, bang li Ewropayê kirin ku bêdengiya xwe ya li hemberî tecrîda li Îmarliyê bişkînin û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.

Nobeta Azadiyê ya bi mebesta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê 523 hefte ne li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê berdewam dike. Çalakî ji aliyê enternasyonalîstan ve tê birêvebirin.

Parlamenterên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, duh serdana ji bo piştgiriya çalakiyê kir. Gelek parlamenterên ji Îtalya, Kibris, Îspanya, Îrlanda û Yewnanistanê serdana Çalakiya Nobetê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wê 25‘ê Hezîranê 10 sal bi ser bikeve kirin, peyama piştgiriya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wan dan.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’

Senatorê Koma Komarparêzan a Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Îtalyayê Roberto Rampî bi gotina, “Me ji Îtalyayê peyama piştevaniyê anî“ dest bi axaftina xwe kir û got: “Em dostê ji nêz ve yê gelê Kurd in. Divê em xwe hêvîşikestî nekin. Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.“

‘RONAHIYÊ DIDE HEMÛ CÎHANÊ‘

Endamê Demokratên Civakî yê Kibrisê Constantino Efstatihou jî axivî û got: “Li girava Îmraliyê hucreyek heye. Ronahiyek a ku şewq dide cîhanê heye di hucreyê de. Ev ronahî, ji hucreya Ocalan rêya ber bi azadiyê ve û rêya rast a li dijî zext û pêkûtiyan nîşanê me dide. Em bi we şanaz in. Têkoşîna wî mînak e ji bo me. Wek Mandela hûn jî doza demokrasî û azadiyê dikin. Têkoşîna we ya gelan e.“

‘DIVÊ SAZIYÊN EWROPA BI ERKA XWE RABIN‘

Parlamentera Katalan a Koma Çep Laûra Castel bi bîr xist ku ew senatora Katalonyayê ye û got: “Em ji bo nirxên xwe, ji bo demokrasî, xwişk û biratî û hiqûqê têdikoşin. Kurd bindest in û tecrîd berdewam e.“ Castêlê bertek nîşanê bêdengiya saziyên Ewropayê ya li ber tecrîdê da  û got: “Divê saziyên Ewropa bi erka xwe rabin. Bi tenê rêyek heye; ew jî mezinkirina piştevanî û têkoşînê ye.“

'DIVÊ LI SER TIRKIYEYÊ JIDANDIN BÊ KIRIN‘

Ji Partiya Sin Fein a Îrlandayî Paul Gavan jî got: “Em kêfxweş in bi piştevaniya bi we re. 10 sal in hûn nobetê digirin. Ne gengaze ku mirov bibêje Ewropay li nirxên xwe dibe xwedî. Divê tecrîd tavilê rabe. Ji bo azadiya Ocalan divê li ser Tirkiyeyê jidandin bê kirin. Divê Konseya Ewropayê hew xwe binpêbûna mafê mirovan ker bike.“

‘EM HÊZÊN XWE BIKIN YEK’

Bjarni Jonsson ê ji Keskên Çep ên Îzlandayê jî wiha got: “Ji aliyê dîrokî ve em perçeyekî vê têkoşînê ne. Em ê li dijî zextên li civakên bindest tên kirin têdikoşin. Wek ku gelê Kurd dike em jî ji heman têkoşînê tên. Em heyranê têkoşîna Kurdan in. Pêwendiya me xurt e. Ji bo parastina gelên xwe divê em hêzên xwe bikin yek.“

‘ÊŞKENCEYA HERÎ MEZIN LI ÎMRALIYÊ YE’

Li ser navê enternasyonalîstên tev li nobetê bûn Trlly, îşaret bi giringiya piştgiriya ji bo nobeta 10 sal in li ber Konseya Ewropayê berdewam e kir û got: “24 sal in îşkence li Ocalan tê kirin, dibin tecrîdekî giran de ye û tecrîd îşkenceya herî mezin e. Saziyên Ewropayê karê xwe ji dil nakin. Em dixwazin balê bikêşin li ser wê yekê.“

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn jî derbirî ku saziyên Ewropayê bi erka xwe ranabin, raporên CPT’yê amade nakin û behsa giringiya piştevaniyê ji bo bidawîbûna tecrîdê û spasiya wekîlên tev li çalakiyê bûn kir.