Endamên Koma Aştiyê: Divê berxwedana me veguhere berxwedaneke navneteweyî

Jun Saturay ku di nava Şanda Aştiyê ya ku li Silêmaniyê peywendiyên xwe didomîne dibêje, " Ewlehiya me, çarenûsa me bi ya birayên me yên Kurd ve girêdayî ye." Daniel Kopp jî got “Divê berxwedana me jî veguhere berxwedaneke navneteweyî.”

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CIK), Hafiz Ahmet Turhalli, Prof. Dr. Salar Basîra, Serokê Yekîtiya Bijîşkên Kurd Dr. Zeynep Bînîcî, şêwirmenda penaber û çalakvana mafên jinan Ronak Azîz, Weqfa Linangan (Hollanda) Hunermend Glorioso Jun Saturay, Berdevkê Navdewletiya Pêşverû Daniel Kopp û çavdêrê siyasî Yilmaz, Delegasyona Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê, ku ji Ewropayê çûbû Başûrê Kurdistanê, hevdîtinên xwe berdewam dike.

Heyeta aştiyê ji PDK’ê heta YNK’ê, ji Goran heta Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 rojan li hev civiyan. Heta nûnerê Hewlêrê bi gelek partiyên siyasî, derdorê, rêxistinên sivîl û raya giştî re hevdîtin pêk anî.

Hunermendê Fîlîpînî Jun Saturay, Berdevkê Progressive International Daniel Kopp û Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Turhalli ji ANF'ê axivîn.

EWLEHIYA ME, ÇARENÛSA ME BI YA BIRAYÊN ME YÊN KURD VE GIRÊDAYÎ YE

Hunermendê Fîlîpînî Jun Saturay ku di Şandeya Aştiyê de cih digire, sedema tevlîbûna şandeyê û çûyîna Başûr ji ajansa me re wiha parve kir: “Ez li Hollandayê dijîm. Ez xebatkarê koçberan dikim. Ez tevlî vê heyeta aştiyê bûm ji ber ku ez ji ewlehiya koçberên Fîlîpînî yên li vê herêmê bi fikar im. Li vê herêmê zêdeyî du hezar karmend hene. Dîsa bi hezaran ji wan li welatên wek Îran, Tirkiye û Sûdanê dixebitin. Li tevahiya herêmê 2,5 mîlyon Fîlîpînî hene. Ez difikirim ku pevçûnek li vir dê jiyan û ewlehiya bi mîlyonan Fîlîpînîyên li herêmê bixe xeterê. Ew ê karkerên Fîlîpînî li vir bandor bike. Ya duyemîn jî, ew ê bandorê li aboriya Fîlîpînan jî bike. Ji ber ku tevkariya karkerên koçber di aboriya me de zêde ye. Her wiha ez ji bo piştgiriya gelê Kurd têm vir. Ji ber ku berjewendiyên me yên mîna Fîlîpînan li herêmê hene. Ewlehiya me, çarenûsa me bi ya birayên me yên Kurd ve girêdayî ye. Em bang li civaka navneteweyî dikin; Di mafê aştî, demokrasî û çarenûsa gelê Kurd de piştgirî bidin. Ji ber ku rewa ye; Pirsgirêka parastina xwe, welatê xwe qet nîne.”

Endamê Heyeta Aştiyê û Berdevkê Enternasyonala Pêşverû Daniel Kopp diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna jeopolîtîka xwe êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê zêde kiriye. Kopp diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê bi şêweyên cuda nîşan dide û bi vê yeke endamtiya xwe ya NATO’yê bi kar tîne.

‘EGER ÊRÎŞAN REWA DIKE DIVÊ BERXWEDAN JÎ VEGUHERE BERXWEDANEKE NAVNETEWEYÎ’

Li gorî Kopp ger şer gerdûnî bibe, divê berxwedan jî gerdûnî bibe. Daniel Kopp got: “Ez berdevkê Navdewletiya Pêşverû me, ku bi mîlyonan mirov li çaraliyê cîhanê, ji Amerîkaya Latîn heya Amerîkaya Bakur, ji Asyayê heya Afrîkayê, tê de têne temsîl dikim. Ji ber ku em ji bo azadî, aştiya hemû gelên cîhanê û gelên bindest têdikoşin, em tevlî vê heyetê bûn. Ji ber vê em tevlî vê Heyeta Aştiyê bûn. Ji ber ku leşkerên Tirk bi awayekî neqanûnî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û pêkanînên artêşa Tirk li hemû Kurdistanê neqanûnî ye. Em beşdarî vê şandeyê bûn; ji ber ku em dixwazin tiştên ku bi hev ve girêdayî ne biparêzin. Em ji êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê bi fikar in. Em ji dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê ku beşeke din a Kurdistanê ye bi fikar in. Em bi fikar in ku li Bakurê Kurdistanê Kurd û siyasetmedarên muxalif rastî zext û êrîşan tên. Ji ber em piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd, em bi fikar in ku dewleta Tirk dixwaze zextê li gelên weke min ên bi eslê xwe Elman û yên ji welatên cuda yên Ewropa û cîhanê bike. Her wiha em bi fikar in ku dewleta Tirk ji ber şerê Ûkraynayê jeopolîtîka xwe bikar bîne, ji bêdengiya civaka navneteweyî sûd bigre, ji bo desteka NATO’yê bigre hewl dide Fînlandiya û Swêd tevlî vê rêxistinê nebin. Tirkiye wekî li Kurdistanê li her derî şerê xwe rewa dike. Divê em jî berxwedana xwe veguherînin berxwedaneke navneteweyî. Ji ber vê em jî tevlî vê heyetê bûn. Me bi gelek partiyên siyasî û aktorên civaka sivîl re hevdîtin kir. Hemû jî li dijî vê dagirkeriya derqanûnî bûn. Me jî nêzîkatiyên pir cuda girtin. Hinek jê rasterast li dij derketin, hinek jî nêzîkatiya ku hiqûqa navneteweyî li Parlamentoya Elmanyayê hatiye binpêkirin qebûl kir. Em li Silêmaniyê bi nûnerên siyasî re dicivin. Dema ku em vegerin Ewropayê em ê encamên xwe ragihînin.”

‘PDK’Ê ZEXTÊ LI ENDAMÊN HDP’Ê DIKE, SÎXURÎ TÊ FERZKIRIN’

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Turhalliyê ku der barê hevdîtinan de agahî dan ev tişt parve kir: “Rojava me ya sereke êrîşên dagirkeriyê ye, êrîşên dagirkeriyê çawa dikarin bên rawestandin, yekîtiya Kurdan, Kurd çawa dikarin bibin yek. Hin derdorên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî, diyar kirin ku ew li dijî dagirkeriyê ne û dagirkeriyê qebûl nakin, lê belê helwesta partiyên ku hikûmetê ava dikin di vê mijarê de ne bi hêz e. Her wiha di hevdîtina me ya bi HDP’ê re me dît ku PDK’ê zextê li HDP’ê dike û zorê li hevalên wan dike. Gotin ku sîxurî li hevalên wan tê ferzkirin. Em bi berpirsê mafê mirovan yê Neteweyên Yekbûyî re axivîn. Me ev axaftin ji wan re jî ragihand. Me pirs kir ku di êrîşa dagirkeriyê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na û agahiya wan jê heye yan na. Me dîsa pêkanînên ku koçberên ji Bakur rastî wan hatin parve kir. Her wiha me bi Berpirsê Maseya Karûbarên Siyasî ya Herêma Kurdistanê ya Neteweyên Yekbûyî re jî hevdîtin kir. Me jî axaftinên xwe ji wî re ragihand.”