Endamê Parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Parlamenterên endam ên PE'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û gotin, “Êrîşan rawestînin. Dewleta Tirk herêmê tehdîd dike.”

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava zêde dibin.

Wekîlên endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) bang li NATO û Komîsyona Ewropayê kirin ku êrîşên dagirkeriyê rawestînin.

Parlamenterên ku li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dan, bal kişandin ser wê yekê ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

DIVÊ JI ERDOGAN RE NEMÎNE

Parlamenterê Parlamenta Ewropayê û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê Nîkolaj Vîllumsen ku nûnerê Tifaqa Sor-Kesk a Danîmarkayê ye, got: “Niha artêşa Tirk herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê bombebaran dike. Ev binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ku wê Dewleta Îslamê û têkoşîna li dijî terorê qels bike, divê ji Erdogan re nemîne. Divê Danîmarka, NATO û YE’ê dengê xwe bilind bikin!  #SaveKobane #TurkeyAttacksRojava #dkpol #eudk.”

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HEMÛ HERÊMÊ TEHDÎD DIKE

Serokê Delegasyona Parlamentoya Ewropayê ya SPO û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya S&D Andreas Schieder, diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê Kobanê, êrîşî bajarên din ên Rojava jî kiriye û got, “Vê êrîşê bidin rawestandin. “ Schieder wiha got: “Gelek xemgîn û metirsîdar e: Îşev Tirkiye ne tenê Kobanê, êrişî Rojava û bajarên din ên Iraqê jî kir. Bomberdûmana Tirkiyeyê ya li dijî herêmên 'ewle' yên li Bakurê Sûriyeyê tevahî herêmê tedhîd dike. Em bang dikin ku demildest dawî li van êrîşan bînin.”

‘ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN LI DIJÎ KURDISTANÊ BIDIN RAWESTANDIN!’

Li ser navê GNB'ê Endama Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bang li Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Alîkarê Serokê Komîsyonê Josep Borrell û Hevserokê Lijneya Hevbeş a Meclîsê ya TBMM-EP'ê Sergey Lagodînsky kir. Mîranda got, “Divê gavên xurt bi rêya tedbîrên aborî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî tavilê werin avêtin ku zorê li Tirkiyeyê bikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

“Êrîşên li Kobanê, Rojava rawestînin. Divê rejîma Erdogan raweste! Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin! 20’ê Mijdarê nîvê şevê balafirên şer ên Tirk nexweşxane, dibistan û cihên din ên sivîl ên li Kobanê û derdora wê dan ber bombeyan; Di nav cihên ku hatine bombebarankirin de gundê Belûniyê û niştecihên din ên Şehba li başûrê rojavayê Kobanê hene, ku Kurdên koçber ên Efrînê lê dijîn. Dewleta Tirk, Erdogan û AKP’ê piştî bê kontroliya 20 salan a rêvebirinê, ji bo pirsgirêkên heyî veşêre, careke din li dijî Kurdan hemleyekê êrîşkirinê daye destpêkirin. Rejîma Erdogan ji 17’ê Nîsanê ve gelek caran êrîşî çeperên gerîlayên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kiriye û zêdetirî 2700 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar aniye. Lê dewleta Tirk bi van êrîşan tiştek bi dest nexist. Erdogan û AKP-MHP bi êrîşa dawî ya bi ala derew a li Taksîmê re, hêvî dikin ku ji têkçûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir dûr bikevin û ji bo şerê xwe yê dijwar ê li dijî Kurdan li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hincetekê nîşan bidin.

Eger Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê li dijî vî şerê neqanûnî derdikeve, divê endamên wê tavilê bi rêya tedbîrên aborî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî gavên xurt biavêjin ku Tirkiyeyê neçar bihêle li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere.”

Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin: @eu_eeas @JosepBorrellF û aktorên din ên navneteweyî divê zorê bidin hevkarên xwe ku bi erkên xwe yên qanûnî yên li Rojava re tevbigerin û ji bo rawestandina êrîşên li Rojava bi Tirkiyeyê re di nava dîplomasiyeke berfireh de bin.”

‘BI TI AWAYÎ EV ÊRÎŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Parlamenterê Partiya Keskan a Elman Max Lucks di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a endamê NATO'yê aramiya herêmê xera kiriye. Max Lucks got, “Tu hinceta binpêkirina hiqûqa navneteweyî nîne. Ji ber vê yekê tu hincet bo bombebaranên nû yên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê nîne. Bê îstiqrarkirina tevahiya herêmê ji aliyê hevkarekî NATO’yê ve nayê qebûlkirin.”

‘DIVÊ WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR Ê ELMANYAYÊ SERDANA XWE BETAL BIKE’

Hevserokê Partiya Çep a Parlamentoya Ewropayê Martîn Schirdewan bang li Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê kir ku serdana xwe ya Enqereyê betal bike. Martin Schirdewan got, “Tirkiyeyê îşev bi dijwarî Rojava bombebaran kir. Erdogan êrîşî wan kesên ku şerê DAÎŞ’ê dikin, dike. Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser dixwaze sibe li Enqereyê qala 'terorîzmê' bike. Divê ev serdan bê betal kirin! “Sînorê durûtiyê jî heye.”

‘PÊŞVEBIRIN Û ARAMIYA HERÊMÊ BI ÊRÎŞÊN BI VÎ RENGÎ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE TÊ TÊKBIRIN’

Cîgira Seroka Komîteya Karên Derve û Hundir a Parlamentoya Ewropayê ya Keskan/EFA (EMPL) Katrin Langensiepen diyar kir ku ew 2 hefte berê li Rojava bû û got, “Ez 14 roj berê li Rojava bûm. Gelê herêmê di nava xizaniyê de dijîn. Lê ji bo avakirina esasên demokratîk jî hewl didin. Pêşvebirin û aramiya herêmê bi êrîşên bi vî rengî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê têkbirin.”

‘TIRKIYEYÊ JI BO ÊRÎŞÊ HINCET ÇÊKIR’

Endamê Koma Keskan/EFA ya Parlamentoya Ewropayê Françoîs Alfonsî jî got, “Tirkiyeyê weke ‘bersiv’ ji bo teqîna li Stenbolê, bêyî ku agahiyên pêbawer bide, berpirsyarî avêt ser Kurdan û herêmên Kurdistanê yên li Sûriyeyê û Kobanê bombe kir. Di rastiyê de ev xefikek bû ku ji bo dagirkirina Kurdistana Sûriyeyê û Bakurê Iraqê bi bikaranîna çekên kîmyewî rewa bike, hatibû avakirin.”

‘TIRKIYÊ LI DIJÎ KURDAN ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ ZÊDE KIRIYE’

Dîrektorê Bernameyan a Komîteya Neteweyî ya Ermenîstanê ya Emerîkayê (ANCA) Alex Galitsky, jî diyar kir ku cîhan li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e. Alex Galitsky got, “Tirkiye Qibrisê dagir dike. Tirkiye piştgiriyê dide dagirkeriya Azerbaycanê ya li Ermenîstan û Artsakhê. Tirkiye li Lîbyayê bêîstîqrar kiriye. Tirkiye ji bo olîgarşên Rûs cihekî ewle dide. Niha Tirkiye êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî Kurdan li Sûriyeyê û Iraqê didomîne. Cîhanê dema ku ev hemî diqewimin bêdeng temaşe dike.”

Endamê Meclîsa Swêdê Daniel Riazat jî got, “YPG’ê piştî têkoşîneke dirêj û bi êş a li dijî DAÎŞ’ê Kobanê rizgar kir. Li wir rêveberiyeke nû ya gel a femînîst û navçandî hate destpêkirin. Niha jî Tirkiyê li dijî YPG’ê dest bi bombebarana dijwar a hewayî li ser Kobanê kiriye. Ev rewşekî gelekî kirêt e.”

Çavdêrê demdirêj ê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, nûçegihanê Nzz.ch Daniel Steinvorth ê li Brukselê li ser YE, NATO û Benelûksê dixebite, peyama piştevaniya bi Rojava re da.