Encamên teqîna Qamişlo giran dibe

Di êrîşa bombeyi ya li bajarê Qamişlo ya  Rojava pêk hat de, bi kêmanî 6 sivîl şehîd bûn, 21 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê teqîn saet derdorî 15:00’an li taxa Wehbe ya navenda bajar bi wesayîtek û motorsiklêteke bombebarkirî pêk hatiye. Li gorî bilançoya nû bi kêmanî 6 sivîl şehîd bûne, 21 jî birîndar in. Li gorî bilançoya berî vê 3 kes şehîd bûbûn.

23’yê Cotmehê li pêşiya postaneya li navenda Qamişlo jî teqînek pêk hatibû û kesek şehîd bûbû.