Em li dijî dersa dîn a bi zorê bibin yek

FEDA'yê diyar kir ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê rêveberên dibistanên Tirk bêyî ku xwendekar û malbatan agahdar bikin dersa dîn li wan ferz dikin û bang kir ku bibin yek.

Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) got daxuyaniya Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirk Ziya Selçûk ya derheqê dersa hilbijartî nîşan dide bê ka Tirkiye çendî ji rêya hiqûqê ketiye. 

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirk bi daxuyaniyekê ragihandibû xwendekar di navbeyna 4-22'yê Çile de divê xwendekar bi rengekî onlîne dersan hilbijêrin û heke hilnebijêrin rêveberiya dibistanan li şûna wan wê hilbijartin.

FEDA'yê di daxuyaniyê de got, ''Piştî guhartina 4+4+4 hilbijartina dersên hilbijartî ji hilbijartina azad a xwendekar û malbatê derketiye, dersa dîn a hilbijartî jî veguherîne ser dersên mecbûrî.''

FEDA'yê her wiha diyar kir desthilata AKP-MHP'ê di serî de 20 milyon Elewî li gel biryara DMME'yê jî dersa dîn li ser dîn û baweriyên cuda ferz dike û zilmê dike.

FEDA'yê her wiha diyar kir desthilata Tirk bi xweşî wê dev ji van kirinan neqere, ji ber vê divê Kurd, Tirk, Çepnî, Tirkmen û Ereb li dijî van kirinên desthilata AKP-MHP'ê bibin yek.