‘Em ê li dijî her cure faşîzmê li ber xwe bidin‘

Hevserokê CDK-F Necmettîn Demîralp bertek bertek nîşanî êrîşa li hemberî NCDK‘ê ya ji aliyê Fransa û Tirkên faşîst ve da û got: “Em ê li dijî her cure faşîzmê li ber xwe bidin. Me duh li ber xwe da, îro jî em ê li ber xwe bidin."

Di 24’ê Sibatê de polîsên Fransa li ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li Drancyê de girtîbû. Piştî serdegirtina polîsan îro jî Tirkên faşîst êrîşî NCDK’ê kir. Li dijî êrîşê li ber avahiya NCDK’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Fransa Necmettîn Demîralp ve hete xwendin û banga tevlîbûna çalakiyiya sibê ya di saet 13.00’an de kir.

Demîralp anî ziman ku berî sê rojan polîsên Fransa li ser komeleya wan de girt û wiha axivî: “Ev mînaka bê hiqûqiyê ye. Îro jî êrîşeke din a faşîstan pêk hat; ev ne tesadufî ne. Dixwazin gelê Kurd li Ewropayê krîmînalîze bikin. Mîna ku ev ne bes be, polîsên Fransî êrîş dikin. Lê em ê li dijî her cure faşîzmê li ber xwe bidin. Me duh li ber xwe da, îro jî em ê li ber xwe bidin. Em bi hêz in, em bi biryar in. Me ev komele bi hêza tu kesî ava nekir; Me bi hêza xwe, bi xwîna şehîdan ava kir. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin, ji ber ku em mafdar in. Li navenda Parîsê sê hevalên me qetil kirin. Çi ji me dixwazin? Bes e! Mafê gelê Kurd biparêze. Weke ku hûn bi me re ne dost in, dijminatiya me nekin!”

Hevseroka NCDK'ê ya Drancy Zerrîn Serhed jî bertek nîşanî êrîşan da û ji bo sibê 27'ê Sibatê roja Yekşemê di saet 13.00'an de li ber şaredariya Drancy meşeke mezin bê lidarxistin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.