'Em ê derxistina PKK'ê ya ji lîsteyê bixin rojevê'

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig diyar kir, ku piştî girtina doza kuştina Serokwezîr Olof Palme, wê mijara derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bixin rojeva Swêd û Yekîtiya Ewropayê.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Håkan Svennelig û Ahmet Ûlûsoy ku ji ber kuştina Palme bi salane bû mexdûrê zextên dewleta Swêdê, ji ANF'ê re axivîn.

Svennelig bi bîr xist ku di lêpirsîna kuştina Palme de kesên bi kuştinê dihatin sûcdarkirin gelek caran hatin guhertin, rayedar bi pey şopa şaş ketin, giranî dan ser kes û komên şaş û îdîaya sûcdarkirina PKK'ê mînak nîşan da.

Svennelig anî ziman ku serdozger, Stig Engström weke kujerê Palme nîşan da û  bi vî rengî doz girt. Svennelig diyar kir ku pêwendiya Enström a bi kuştinê hate lêkolîn, lê di heman demê de derfetên dewletê ji bo şopandina PKK'ê hatin bikaranîn. Svennelig destnîşan kir ku ev yek şaşitiyeke hişk a sîstema hiqûqê û polîsên Swêdê ye.

'ŞOPA PKK'Ê' ÊRIŞEK LI SER KURDAN BÛ

Svennelig têkildarî daxwazên ku divê ji komele û saziyên Kurdan lêborîn bê xwestin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, ev nirxandin kir:

"Ev daxwazeke di cih de ye. Gelek malbatên Kurd bûn mexdûrê zextên saziyên Swêdê. Ji aliyê polîsan û saziyên din ve hatin şopandin. Avêtin ser malên wan, mafê rûniştinê yê hinek ji wan hate betalkirin. Ev hemû bi sûcdariyeke bêbingeh hatin kirin. 'Şopa PKK'ê êrişek li dijî Kurdên li Swêdê bû."

Li Parlamenta Swêdê, yekane partiya ku dixwaze PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin Partiya Çep e. Partiyê di kongreya xwe ya sala 2016'an de ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, wezîfe dabû rêveberiya partiyê.

'TIRKIYE HEBÛNA PKK'Ê DI LÎSTEYÊ DE DIKE SPARTEYA POLÎTÎKAYA XWE YA EMPERYALÎST'

Svennelig destnîşan kir ku ew ê di dema herî guncaw de mijara derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst bixin rojeva Parlamenta Swêdê û got, "Tirkiye hebûna navê PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê ji polîtîkayên xwe yên emperyalîst re dike sparteyek. Her wiha ji bo zextê li derve bike bi kar tîne. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Ji ber vê yekê divê em daxwaza derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bixin rojevê. Em ê vê mijarê teqez binirxînin. Em ê bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê jî."

'OLOF PALME JI ALIYÊ POLÎSÊ EWLEKARIYÊ YÊ SWÊDÊ VE HATE KUŞTIN'

Ahmet Ûlûsoy ku ji sala 1983'an ve li Swêdê ye, anî ziman ku wê demê weşanên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hêsanî li Swêdê dihatin belavkirin.

Ûlûsoy bi bîr xist ku kuştina namzetê Serokê DYE'yê Robert Kennedy û Olof Palme dişibin hev û got, "Bi dîtina min Olof Palme ji aliyê Polîsê Ewlekariyê yê Swêd (Säpo) ve hate kuştin. Palme li ser xeteke serbixwe-bêblok û nêzî Sowyetan bû. Li qada navneteweyî welatên serbixwe temsîl dikir. Piştgirî dida tevgerên gel ên li Latîn Emerîkayê. Neteweyên Yekbûyî rexne dikir. Ji ber vê yekê Palme ji holê rakirin û hewl dan ku berpirsyariyê bixin stuyê Kurdan."

Ûlûsoy diyar kir ku Kurd weke qurban hatin hilbijartin û got, "Di şexsê me de mohra terorîst li PKK'ê xistin. Rojek piştî kuştina Palme xwestin ku berpirsyariya kuştina Palme bixin stuyê PKK'ê. Wextekê hate gotin ku bûyer ji aliyê polîsê Swêdê ve hatiye kirin. Bi dîtina min Palme ji aliyê Säpo ve hate kuştin."

Ûlûsoy diyar kir ku zextên li ser Kurdan beriya bûyera kuştina Palme dest pê kirin û bi bîr xist ku ew û 12 Kurdên li Helsînborgê bi 'terorîstiyê' hatin sûcdarkirin. Ûlûsoy qala tundiya polîsên Swêdê ya li dijî xwe kir:

'EM NIKARÎBÛN DERKEVIN DERVEYÎ SÎNORÊN ŞAREDARIYÊ'

"Mafê me yê rûniştinê ji me standin. Her hefteyê 3 rojan em neçar bûn ku biçin gel polîsan û îmze bikin. Li me qedexe bû ku em derkevin derveyî welat. Em nikarîbûn derkevin derveyî sînorê şaredariyê jî. Wê demê berpirsyarê bajêr ê Säpo timî dihat malê û kontrol dikir. Li telefonên me guhdarî dikirin. Dema em derdikevin derve em dişopandin. Ji bo van zextan şermezar bikim, sala 1985'an ez ketim greva birçîbûnê. Piştî greva birçîbûnê nerazîbûna li hikumetê zêde bû. Wezîra koçberiyê Anîta Gradîn neçar ma ku îstifa bike. Ji ber ku bêyî biryara dadgehê mohra terorîstiyê li me xistibûn..."

Ûlûsoy bi bîr xist ku dewleta Swêdê qedexeya derveyî qanûnan a li ser Kurdan sala 1992'an rakir û got, "Ji bo ji zextê xilas bibim destpêkê çûm Danîmarkayê, piştre jî derbasî Elmanyayê bûm. Sala 1987'an min li Danîmarkayê ji bo penaberê serlên dakir. Serlêdana min hate redkirin. Piştre li Elmanyayê hatim girtin, ez vegerandin Danîmarkayê. Dema ku em derdiketin derveyî sînorê şaredariyê ji mehekê heta salekê cezayê girtîgehê li me dibirîn."

'EZ Ê SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIM'

Ûlûsoy diyar kir ku hikumeta Swêdê dixwest, Kurdên ku mohra terorîstiyê li wan xistiye Swêdê biterikînin, biçin welatên din û got, "Bi vî rengî dixwestin bûyera ku xistibûn stuyê Kurdan demdirêj bidomînin."

Ûlûsoy ragihand, ji ber zexta ku Swêdê li wî kir, wê serî li rêyên hiqûqî bide, ji bo vê bi parêzerên xwe re biaxive û got, "Ya girîng ew e ku em zextên berê li me hatin kirin bixin rojeva raya giştî û bikin ku dadgeh qebûl bike. Biryara tazmînatê ya kronekî bê dayin jî qebûlkirin girîng e."