‘Em ê bibin dengê girtîgehan’

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre û Lozanê yê Swîsreyê gelê Kurd her roja Çarşemê çalakiyan li dar dixe. Kurdan di çalakiya îro de bal kişand li ser mirînên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyeyê de.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre û Lozanê yê Swîsreyê gelê Kurd her roja Çarşemê çalakiyan li dar dixe. Kurdan di çalakiya vê heftiyê de bal kişand li ser mirinên bi guman ê li girtîgehên Tirkiyeyê de û starta kampanaya îmzeyan a ji bo qedexeya li ser PKK’ê dan.

CENEVRE

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê gelê Kurd ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê dike. Di çalakiya vê heftiyê de bal kişandin li ser mirinên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyeyê de û rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyê de ji bo şehîdan rêz hate girtin.

‘BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN ÎRADEYA KURDAN BIŞKÎNIN’

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk yê Cenevrê Salîh Saglam axivî û anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê pêk tînin û got: “Mirinên bi guman ê li girtîgehên Tirkiyeyê provayên komkujiyek nû yên dewleta Tirkin. Li aliyekê bi çekên kîmyewî êrîşî Herêmên Parastina Medya dike, li aliyê din jî bi pêkanîn tacîz, tecawiz û binpêkirinên rûmeta mirovan dişkînin dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin. Li hemberî van êrîşan em ê bibin dengê gerîlayan û girtiyan.”

Saglam destnîşan kir ku astengkirina tedawîkirina girtiyên nexweş sûce û got: “Divê di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.”

Di çalakiyê de ji bo “Qedexeya li ser PKK” li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî starta îmzeyan hate dayin. Li vîr wê îmze werin komkirin û çima divê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin wê mirov werin agahdarkirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LOZAN

Di çarçoveya çalakiyên roja çarçemê de navnîşanek din a çalakiyan Lozan e. Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) her roja çarçemê bi danîna standê dest bi çalakiyê dikin. Di çalakiyê de çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe agahiyan bi xelkê Siwîsrê re parve dikin.

Di çalakiyê de ji bo balê bikêşin li ser mirinên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyeyê de jî belavok hatin belavkirin. Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji lîsteyên qedexe derkeve starta kampanya îmzeyan hate dayîn.

Kurd wê sibe jî li Siwîsrê û gelek navendên din ji bo girtiyên nexweş serbest werin bedan wê li qadan bin.

Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo em ji mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê de pêk tên re bibêjin bes e û bibin dengê girtiyên nexweş em her kesê vedixwînin çalakiyên di roja 23’ê Kanûnê de.

Plansaziya çalakiyên di roja 23’ê Kanûnê de wiha ne:

Biel: Bahnhofplatz saet: 18.00’an

Luzern: Bahnhofplatz’da, saet: 17.00’an

Aarau: Bahnhofplatz, saet: 18.30’an

Zurih: Stauffacher, saet: 18.00’an