‘Em ê Îdlibê ji dagirkeriyê rizgar bikin’

Fermandara Tûgaya Suwar Idlib Ala Şaban Hamiço da zanîn ku Îdlib di bin dagirkeriya komên ku serkêşiya wan Erdogan dike de ye û got, “Em weke zarokên Îdlibê, em ê dawî li dagirkeriya Îdlibê bînin.”

Fermandarê Tugaya Suwarê ya Idlibê Ala Şaban Hemîço, têkildarî çalakiyên gel ên di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, komên parastinê yên ku piştî çalakiyan hat avakirin û gelên Îdlibê cardin çawa bi Kurdan re jiyana xwe domand ji ANF’ê re axivî.

Ala Şaban Hemîço di sala 1985’an de li Îdlibê ji dayîk bûye, zewicî ye û 10 zarokên wî hene. Di temena xwe ya biçûk de bi karê çandiniyê re mijûl dibe, lewre piştî refa 9’an şûnde dev ji dibîstanê berdide. Ala Şaban da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve xeyala wî ew bû ku rojek bibe efser û axa xwe biparêze, Şaban îro pêşengiya kesên ku ji Îdlib û bajarên din ên Sûriyê ji ber zilmê axa xwe terikandine, dike.

BI ÇALAKIYÊN SIVÎL DEST PÊ KIRIN, KOMA XWEPARASTINÊ AVA KIRIN

Ala Şaban anî ziman ku ew yek ji wan kesên ku tevli çalakiyên sivîl ên di sala 2011’an de bûye û ji bo van deman wiha got: “Dema ku qeyrana li Sûriye dest pê kir, min jî cihê xwe di çalakiyên sivîl de girt. Ji ber ku gelê herêmê dihat çewisandin. Desthilatdariyek nijadperest û dîktator hebû. Me bi çalakiyên sivîl xwest desthiladariya heyî biguherin. Rejîma Esad vê yekê wergerand şer. Destpêkê ji bo parastina çalakî û gelan, me serî li çekan da. Piştî ku desthilatdarî tank û topan ket bajarê, me jî komên parastinê ava kir. Kesên ji derve tevlî komê nebûn. Tenê efserên berê yên rejîma Sûriyeyê tevlî me bûn. Her efserek navek dida koma xwe.”

Ala Şaban diyar kir ku her welatek li gorî berjewendiyên xwe piştgirî da koma xwe û wiha pêde çû: “Ji ber ku di serî de saziyên çapemeniyê û weşanê tune bûn, me di got van welatan piştgirî dane şoreşê. Lê belê, me piştre dît ku her welatek ji bo berjewendiya xwe nêzî me dibin. Her çiqas Qatar û Tirkiye wek alîgirên şoreşê xuya kiribin jî, di rastiyê de piştgiriyê dan birayên Misilman û Osmaniyan. Erebistana Siûdî jî aligirê komên radîkal bû. “

Em weke Ceyşul Her li Cebel Zaviyê bûn. Piştî ku ala reş hat, me fêm kir ku hin dewlet dixwazin vê şoreşê bi kar bînin. Me li ser ve yekê got, yan hûn tevlî komên radîkal bibin yan jî cihê we di şoreşê de nîne. Pê re projeya Qatar û Tirkiye derket holê. Xwestin me ji Îdlibê derbixin. Me li Cebel Zaviyê li dijî komên Heyet Tehrîr El Şam, Hurras El Dîn, Şikirul El Şam û Ehrar El Şam şer kir. Ew hemû li ser me de hatin. Piştî ku navendên me yên mûdexeleya lezgîn jî ket destê wan, tu çarenûsa me nema.

EFRÎN JI ME RE BÛ WAR

Ala Şaban destnîşan kir ku piştî paş vekişiyan hinek şervanên Ceyşul Hur derbasî Efrînê, hinek jî derbasî Tirkiyeyê bûn û wiha dewam kir. “Komek bi Kurdan re ket nava têkiliyê. Me wê demê nizanibû ku hêzên weke YPG û YPJ hene. Piştre em weke kom derbasî Efrînê bûn. Beriya ku ez derbasî Efrînê bibim, li ser Kurdan fikrên min ên nebaş hebûn. Lewre, dema em derbasî Efrînê bûn, pêşwazîkirin û li me xwedî derketina Kurdan berevajî hizrên me bûn. Piştî ku me rewş dît, 15 roj şûnde 100 kesên din ji Tirkiye derbasî Efrînê bûn.

JI BO AZADKIRINA ÎDLIBÊ

Kurdan du rê dan pêşiya me. Hûn weke gelê Îdlibê li ba me mêvan in, yan hûn ê weke koçber li vê re bin, yan jî ji bo vegera Îdlibê tevlî komên parastinê bibin. Me jî xwest hêzeke leşkerî ava bikin. Dema em li Ceyşul Hur bûn, bê rexistin bûn. Çekên me hebûn lê rêxistina me tune bû. Li herêma Mehrebiyê ya Efrînê ji me re perwerdeyek hat dayîn. Em nêzî 100 kes bûn. Piştî perwerdeyê derbasî mewziyan bûn. 5-6 meh şûnde me Lîwa Şemal El Demokrat ava kir. Piştî avabûna QSD’ê, Ceyşul Suvar û Lîwa Şemal El Demokratî û Cephal El Ekrad ketin bin sîwana QSD’ê.

JI EFRÎNÊ HEYA HESEKE

Ala Şaban diyar kir ku di çeperên berxwedanê yên Şehba, Kobanê, Reqa, Tişrin, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsa de cîh girtine û wiha bi lêv kir: “Ez mîna fermandarekî leşkerî beşdarî hemû operasyonan bûm. Me di operasyona Şehbayê de 23 şehîd, Efrînê 47 şehîd û 17 windahî dan. Di pêngava Reqayê de 2 şehîd, li Eyn Îsa şehîdek û 4 birîndar hebûn. Li Tişrîn û Sirînê 2 şehîd û 2 birîndar hebûn. Zêdetirî 65 kes şehîd ketin. Şehîdên me piranî ji Îdlibê bûn.

KOMPOLYEK NAVNETEWEYÎ BÛ

Êrîşa li ser Efrînê komployeke navneteweyî bû. Tişta ku herî zêde bandor li min kir îrade û hêza hevalan bû. Tevî hemû êrîşên hovanê îradeya wan xurt bû. Ev yek me gelek bandor kir. Bê ku gavek paş biavêjîn, pêşdiçûn. Heskirina welat beriya hemû tiştê dihat.”

Ala Şaban da zanîn ku hemû hêza wan Erep bûn û wiha domand: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne mîna me bûn. Hemû pêkhateyên gel hebûn. Ev di nava me de yekîtiya Sûriyeyê ava kir. Hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di bin sîwana QSD’ê de xwe bi rêxistin kirin. Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, hevalan ji me re gotin hûn dikarin derbasî Şehba û Minbicê bibin. Em ewil çûn Şehbayê. Dema arteşa rejîma Sûriye hat vir, em ji Şehbayê derketin. Dema em derbasî Minbice bûn, Tûgaya Suwar ya Idlibê ava kir.”        

EM ZAROKÊN JI IDLIBÊ NE

Ala Şaban Hamîço bang li welatiyên Idlibê yên di bin zilma dewleta Tirk de ne kir û got: “Em zarokên Idlibê ne. Çawa ku me Şehba û bajarên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, em ê Îdlibê jî ji çeteyên Cebhet El Nûsra rizgar bikin. Her du jî xwedî heman îdolojiyê ye. Erdogan serkêşê terorîstan dike. Çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriye piştgirîya DAÎŞ’ê kir, îro jî li Îdlibm piştgiriya Heyet Tehrîr El-Şam dike.”