‘Em dest ji Şengalê bernadin‘

Li Hannoverê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Hannoverê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Hannover Haûptbahnhof hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, bi mîtingê protesto kirin.

Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de, Hevseroka Meclîsa Hannoverê Sewîm Devrîm axivî. Devrîm diyar kir ku hêrsa li hemberî êrîşên namerdane yên artêşa Tirk her roja ku diçe zêde dibe û got: “Tu kes bila nehesibîne ku em ê dest ji Şengalê berdin. Ev xak bi xwîna lehengên me hat avdan. Em ê di vê xakê de tu caran dagirkeran qebûl nekin.

Di mîtîngê de belavokên bi Elmanî, Tirkî û Kurdî hatin belavkirin û mîting bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.