Elmanyayê di mijara SÎHA de hişyarî da dewleta Tirk

Têkildarî pirseke li ser kuştina 3 jinên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê, Wezîrê Dewletê yê Elman Nîels Annen ji dewleta Tirk xwest ku di bikaranîna SÎHA'yan de li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere.

Dewleta Tirk rojên dawî hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) komkujiyên sivîlan zêde kiriye. Di 23'ê Hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê 3 jinên Kurd bi rêya SÎHA'yan hatin kuştin, di 25'ê Hezîranê de li qada Şarbajar a bajarê Silêmaniyeyê bi heman rêbazê 2 sivîl hatin qetilkirin û 8 kes birîndar bûn.

Têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk bi SÎHA'yan dike, ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko têkildarî SÎHA'yên dewleta Tirk pirsek amade kir.

ANNEN: ME GELEK CARAN JI TIRKIYEYÊ XWEST...

Hûn pirsa "Hikumeta Federal li ser kuştina 3 jinên Kurd di 23'ê Hezîranê de li Kobanê çi difikire?" kir û bi navê hikumeta Merkel Wezîrê Dewletê Nîels Annen bersiveke nivîskî da pirsê.

Di bersivê de ku gihîşt ANF'ê, Annen diyar kir ku haya wan ji êrişa 23'ê Hezîranê heye, lê belê agahî yekser ji wan re nehatiye dayin. Annen têkildarî sûcên ku dewleta Tirk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, gotinên her carê yên dewleta Elman dubare kir. Annen diyar kir ku li ser rewşa li Sûriyeyê ew timî bi Tirkiyeyê re danûstandinan dike û got, "Me gelek caran ji Tirkiyeyê xwest ku sivîlan biparêze û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere."

ELMANYA: DIVÊ SÎHA BÊÇEK BIBIN

Annen got, "Hikumeta Federal a Elman di nava nêzîkatiyeke welê de ye çalakiyên çekdarî hemû li gorî qanûnên navneteweyî bên kirin" û hişyarî da Tirkiyeyê. Rayedarê hikumeta Elman anî ziman ku di bikaranîna SÎHA'yan de divê nêzîkatî li gorî qanûnên navneteweyî be û gelê sivîl bê parastin. Rayedarê hikumetê got, "Hikumeta me hewl dide ku balafirên bêmirov ên biçek bêçek bibin."