Elmanya parastina qesasên Madimakê dike

Herî kêm 9 kesên ku Komkujiya Sêwasê organîze kirin, niha li Elmanyayê di bin parastina dewletê de dijîn. Heta qatilek ji qatilan Mûrat Songûr ji îstixbaratê re sîxurtiyê dike. ANF’ê xwe gihand hejmara qeyda Songûr a di îstixbaratê de.

2'yê Tîrmeha 1993'yan, 33 rewşenbîr û hunermendên ji bo tev li Mîhrîcana Pîr Sûltan Abdal bibin çûn Sêwasê, di Otela Madîmakê ya li Sêwasê hatin şewitandin. Berpirsiyariya giring a ronîkirina komkujiyê û cezakirina kujeran bi salan e li ser milên Elmanyayê ye. Ji ber ku hejmareke giring a qatilên Madimakê yên dozên formalîte li wan hatine kirin û bi îdiaya reviyane, ji nîveka salên 1990’î û vir ve hatine Elmanyayê û daxwaza penaberiyê kirine.

Destpêka salên 2000’î, hikûmeta Elmanyayê ragihand ku 24 kujerên ku di çapemenî û raya giştî ya Tirk de weke “Fîrariyên Madimakê” tên pênasekirin, li Elmanyayê dijîn, lê bi pişt re ev hejmar daxist 11’an. Nasname û çarenûsa 13 kesên mayî nayê zanîn. Niha li gorî daneyên fermî 9 ji wan kesên ku hovîtiya li Madimakê organîze kirine an jî destê wan di komkujiyê de heye li Elmanyayê dijîn. Tevî ku biryara lêgerînê ya Interpolê li ser çend ji van kujeran heye, dewleta Tirk bi salan e hêj daxwaza radestkirina wan nekiriye.

Li gel ku di eleyhê qatilan de gelek agahî û belge hene, tu lêpirsîn li wan nehatine kirin li Elmanyayê. Heta derket holê ku yek ji kujeran Mûrat Songûr ji saziya îstîxbaratê ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a li Eyaleta Bayernê re sîxurtî kiriye. ANF’ê xwe gihand hejmara qeyda Songûr a li Midûriyeta Îstixbarat û Ewlehiyê ya bi tîpa “P011” dest pê dike.  ya Hat diyarkirin ku Songûr ji aliyê îstîxbarata Elman û yekîneyên ewlehiyê yên din ve li Bayernê xistine nava ‘Derdorên Îslamî’.

Agahiyên ku Songûr berhev dikirin bi hejmara qeyda navbuhurî ji îstixbaratê re şandine, yekîneyên ewlekariya Elman jî di der barê wî de dosyeyeke berfireh amade kiriye. Di dosyeya bi 60 rûpelî de xala ku pê bal bi ser lêpirsînên li hat birin Songûr hat birin, ew e ku sala 2013'an li Bûchloe ya Bayernê ji ber sûcên “rûniştina bê destûr” û sala 2005'an li Landshût ji ber “birîndarkirin” hatin kirin û 20 salên dawîn herî kêm 20 caran cihê xwe guhertiye. Pirê navnîşanan li bajarê Bavyera yê Cobûrgê ne, lê navnîşanên din li bajar û eyaletên cihê ne.

BERÎ KOMKUJIYÊ LI ELMANYAYÊ BÛ

Li gorî qeydên saziyên hikûmeta Elman, Mûrat Songûr yekem car, Cotmeha 1989'an hatiye Elmanyayê û tam salek bi şûn de Cotmeha 1990'î vedigere Tirkiyeyê. Hêj jî nayê zanîn bê ka çima Songûr diçe Elmanyayê û paşê vedigere Tirkiyeyê. Tevî ku sala 1996'an, dema ku li Tirkiyeyê tê darizandin tê Elmanyayê, lê li gorî qeydên fermî serlêdana penaberiyê ya Songûr a sala 2016'an tê redkirin. Lê belê rayedarên Elman destûra rûniştinê ya wî dide. Ji serlêdanên rêxistinên Elewiyan ên ji bo Songûr ên dîmenên wî yên dema Komkujiya Madimakê hatine kişandin tu encam nehatin girtin. 

Li gorî lêkolîna ANF'ê, tevî ku li Eyaleta Baden-Wurtemberg xwaringehekê dixebitîne jî, niha cihê wî yê fermî Eyaleta Bayernê ye. Hevjîna Hasret Gultekîn ê li Madimakê hat qetilkirin Yeter Gultekîn ku li Elmanyayê dijî, 22'yê Hezîrana 2022'yan bi rêya parêzerê xwe Mahmût Erdem giliyê Mûrat Songûr kir. Tê xwestin ku Songûr ê ku biryara girtinê û pêvajoya darizandina wî wê sala 2023'an de li Tirkiyeyê bi dawî bibe, li Elmanyayê bê darizandin.

ERDEM: NABE KU BI ELMANYA BI QESASÊN QETLÎAMA MADIMAKÊ RE BIXEBITE

Parêzer Mahmût Erdem li ser gilî kirin û xebatên Songûr ên ji bo îstixbarata Elman ji ANF'ê re axivî û got; “Nabe ku li welatekî wek Elmanyayê ku hiqûq lê xurt e, saziyên dewletê bi qatilan re bixebitin.” Parêzer Erdem, diyar kir îstixbarat karê xwe bi yên wek Songûr dibîne û paşê wan diavêje bi aliyekî de û derbirî ku eger Elmanya bixwaze dikare van kesan bi hêsanî darizîne.

Erdem ragihand ku li gorî qanûnên Elmanyayê, kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine bên Elmanyayê, divê bên darizandin û biryarên dadgehê yên di der barê çeteyên DAÎŞ'ê de bi bîr xist. Parêzer Erdem, da zanîn ku bi salan e Songûr dişopîne û wiha got: “Dema em navnîşana wî ya ji bo gilî kirinê bibînin, em dibînin ku yekser navnîşana xwe guhertiye. Guhertina navnîşanê li Elmanyayê ne ew çend hêsan e.”

KUJERÊN BI ELMANYAYÊ RE TÊKILDAR IN

Ne tenê Mûrat Songûr, qatilên din ên li Elmanyayê dijîn jî di bin parastina dewletê de ne. Agahiyên li ser qatilên ku ji bilî mafê penaberiyê, ji wan re hemwelatîbûna Elman jî hat dayîn û heta ji bo ku Înterpol wan negire dewleta Elmanyayê bi taybetî hewil daye ku neyên girtin ev in:

Muhammed Nûh Kiliç: Niha li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijî, dema eşkere bû ku dikana donerê ya ku demekê dixebitand ayîdê wî ye, neçar ma ku dikana xwe bifiroşe. Kiliç ê ku piştî hatina Elmanyayê di hevpeyvîna ku bi çapemeniya Tirk re kirî de bi gotina “Ez ne poşman im” derketibû pêş û ji bo qetilama kirine gotina “Me hedên wan nîşanî wan da” kir, li gorî lêkolîna ANF'ê niha serokê terîqeteke Tirk e ku li Mannheîm û derdora wê hatiye organîzekirin. Cudahiya Kiliç ji qatilên din ew e ku Elmanya mafê hemwelatîbûnê daye wî.

Vahît Kaynar: Piştî ku hat Elmanyayê li Berlînê bi cih bû û dest bi bazirganiyê kir. Kaynarê ku li taxa Waddîng xwaringeha ku tê de xwarinên metbexa Tirkî difiroşe dixebitand, di heman demê de xwediyê şirketeke bazirganiyê ye. Sala 2011'an dema bi wesayîta xwe çû Polonyayê, rastî kontrola trafîkê hat û polîsên Polonyayê pê hesiya ku Kaynar ji ber Komkujiya Madimakê, bi daxwaza Tirkiyeyê biryara lêgerînê ya Înterpolê heye li ser.  Lê Sefaretxaneya Elmanya ya li Breslaû ya Polonyayê ket dewreyê û got ku Kaynar ne hemwelatiyê tu welatî ye û xwest ku radestê Tirkiyeyê neyê kirin, ji ber ku destûra rûniştinê ya li Elmanyayê heye radestî Elmanyayê were kirin.

Piştî skandala li Polonyayê, Parlamenterê Partiya Keskan Mehmet Kiliç di pêşnûmepirsa ku pêşkêşî hikûmetê kir de pirs kiribû bê ka çima Sefaretxaneya Elmanyayê rexmê ku Kaynar hemwelatiyê Tirkiyeyê ye wek “bêwelat” bi nav kiriye. Her wiha, hikûmeta Elman lêborîn xwest û ragihand ku wan di encama “şaşiyê” de Kaynar bêwelat nîşan daye. Kaynar ku bi qasî mehekê li Polonyayê girtî ma, bi kefaleta 23 hezar Euroyî hat berdan, vegeriya Berlînê. Kaynarê sala 1997'an ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Hejmar 1 a Enqereyê ve cezayê îdamê lê hat birîn û sala 2001'î cezayê wî veguherî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, li Berlînê xwe wek “Alî Can” dide nasîn.

Adem Agbektaş: Li Baden-Wurtemberg dijî û bi salan e di nav Mîllî Goruşê de çalak e. Wî li Mizgefta Masjîd-î Aksa ya li bajarê Sînsheîm, ku demekê ayîdê Mîllî Goruşê bû, bû xwedî erk. Beşekî girîng ê Mîllî Goruşê ku di bin çavdêriya saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn de ye, piştgiriyê dide AKP'ê. Li gorî lêkolîna ANF’ê Agbektaş niha xwediyê firoşgeheke wesayîtan e.

Cafer Erçakmak: Bi wêneyê ku di dema Komkujiya Madimakê de hatiye kişandin ve di hişê mirovan de maye. Erçakmakê ku dema Otela Madimakê dişewitî û Azîz Nesîn ji merdîwenan dihat xwarê, di nav kujeran de hat dîtin, kesê gumanbar ê ewil ku di lêpirsînê de biryara lêgerînê hebû li ser. Erçakmak ku di dema Komkujiya Madimakê de Endamê Meclîsa Şaredariya Sêwasê ya Partiya Refahê bû, demekê hat Elmanyayê û bi salan xuya nebû. Derket holê ku sala 2011'an dema li Sêwasê jiyana xwe ji dest da li Tirkiyeyê jiyaye. Tevî ku di der barê Erçakmak de biryara lêgerîn û girtinê hat dayîn jî, li Tirkiyeyê destûra ajokariyê standibû û belgeya jidayikbûnê ya zaroka xwe ya nû jidayikbûyî çêkiribû.

Etem Ceylan: Serlêdana penaberiyê ya ku piştî hat Elmanyayê bi salan bê bersiv ma. Sala 2006’an piştî ku serlêdana Ceylan a penaberiyê ji aliyê Dadgeha Îdarî ya li bajarê Sîegmarîngen ê eyaleta Baden-Wurtembergê ve hat redkirin, biryara dersînorkirina wî da. Nayê zanîn ku Ceylan ê ku îtîraza wî hate astengkirin, niha li Elmanyayê dijî yan na. Her çiqasê li Tirkiyeyê hêj jî bi awayekî fermî lê tê gerîn, îhtimal heye ku Ceylan li Tirkiyeyê bi awayekî derqanûnî, di bin parastina hikûmeta AKP-MHP'ê de dijî.

Omer Demîr, Eren Ceylan, Adem Bayrak, Mehmet Yilmaz û Sedat Yildirim: Di der barê van kesan de agahiyek ku di raya giştî de hatibe parvekirin an jî agahiyek ku di encama lêkolînan de hatibe bidestxistin nîn e. Taybetmendiya hevpar a Bayrak, Yilmaz û Yildirim jî ew e ku piştî her sê hatin Elmanyayê pêşî serlêdana wan a penaberiyê hat redkirin, paşê jî li ser îtirazê mafê penaberiyê hat qebûlkirin. Yek ji van navan Sedat Yildirim e tu agahiyek ku derbarê wî de ji raya giştî re hatibe eşkerekirin tune ye; Piştî ku di sala 2003’an de li Dûîsburgê di cejneke rojbûnê de hat destgîrkirin serbest hat berdan.

AKBÛLÛT: HIKÛMETA CDU/SPD’Ê AGAHÎ VEŞARTINE

Di vê navberê de Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût, di der barê sûcdarên qetlîamê yên li Elmanyayê dijîn de, pêşnûmepirseke nû pêşkêşê Meclîsa Federal kir. Akbûlût ji hikûmetê pirsî ka heta niha li hemberî kujeran çi tedbîr hatine girtin û bi Tirkiyeyê re çawa tevdigere.

Akbûlûtê têkildarê pêşnûmepirsê û pêvajoya darizandina kujerên Madimakê yên li Elmanyayê ji ANF'ê re axivî, bi bîr xist ku di serdema hikûmeta berê ya ku Angela Merkel serokwezîrtî dikir de bi pêşnûmepirsên cur bi cur hewil daye ku di der barê van kujeran de agahiyan bigire û got:

“Lê hikûmeta berê ya ji CDU û SPD’ê pêk dihat, agahî nedan. Di vî warî de ya balkêş ew e ku di sala 2013'an de hikûmeta ku ji CDÛ û FDP'ê pêk dihat dikarîbû bersivê bide pêşnûmepirsên parlementerê berê Memet Kiliç. Xuya bû ku hikûmeta Elman a ji CDU/SPD'ê pêk tê, bi zanebûn agahiyên li ser vê mijarê ji me vedişartin.”

Akbûlût destnîşan kir ku Elewî ji vê nêzîkahiya dewleta Elman aciz bûn û got; “Em bi bersivên vala yên hikûmetê têr qanih nebûn û me pêşnûmepirseke nû amade kir. Ez hêvî dikim ku hikûmeta nû ya ji SPD, Kesk û FDP’ê pêk tê, bi cidî bersiva vê pêşnûmpirsê bide. Berpirsiyarên qetilkirina 33 kesên di şewata ku dişibe pogromê de, berpirsyar in. Heta kujerên vê qetlîamê neyên cezakirin em dev ji wan bernadin.’’