Elmanya îdîa kir ku ‘OPCW Tirkiye kontrol dike’

Elmanya ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk ve bêdenge, ji berpirsyariya xwe ya di vî warî de reviya û avêt ser milê OPCW’ê. Hikûmeta Elmanya diyar kir ku Tirkiye di nava mekanîzmeya şopandinê de ye û îdîa kir ku tê kontrolkirin.

Bêdengiya welatên rojava û hêzên navneteweyî ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya bi mehane li ser Herêmên Parastina Medyayê didome.

Partiya Çep a yek ji partiyên mûxalîf ên Elmanyayê ye, rojên borî nûçe û daxuyaniyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî biribû rojeva Meclîsa Federal.

Parlemeterê Partiya Çep Gokay Akbûlût pêşnûmepirsek kurt têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve dabû. Li ser navê hikûmeta federal ku Serokwezîrtiya wê Angela Merkel dike Mûsteşarê Wezareta Karê Derve Mîgûel Berger bersiv da pêşnûmepirsê.

Li ser pirsa bê ka di destê dewleta Tirk de çekên kîmyewî hene an na? rayedarê Elman Berger anî ziman ku derbarê vê mijarê agahiyên di destê wan de tenê bi nûçeyên li ser mijarê hatin parvekirin re sînordar in, hikûmeta federal ji çavkaniyên xwe ne xwedî agahî ye.

Berger îmzekirina Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya 29’ê Nîsana 1997’an ya di navbera Elmanya û Tirkiye de hatî kirin bibîr xist û diyar kir ku alîgirê vê peymanê ye. Berger got: “Tirkiye bi îmzekirina vê peymanê diyar kiriye ku ne xwedî çekên kîmyewî ye.”

Musteşerê Wezareta Karê Derve Berger bal kişand ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku ji bo yên peymanê pêk neîne hatiye avakirin û destnîşan kir ku Tirkiye di nava mekanîzmeya şopandina OPCW’ê de ye û îdîa kir ku tê kontrolkirin.

Berger têkildarî pirsa bê ku Hikûmeta Federal a Elman ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li ser hêzên PKK’ê agahdare an an? heman bersiva ku Ûlla Jelpke ya meha hezîranê da û gotibû: “Hikûmeta Elmanya bûyerên ku li bakurê Iraqê rû didin ji nêzîk ve dişopîne, di serî de Tirkiye bi hemû muxatabên bi vê mijarê re têkildarî bi rêkûpêk di nava hevdîtinê de ne.”