Elmanya dixwaze zêdekirina buhayê enerjiyê ji bo salekê qedexe bike

Hikumeta Elman amadekariyan dike ku zêdekirina buhayê gaz û elektrîkê ji bo salekê qedexe bike.

Li gorî nûçeyên medya Elman, hikumeta Elman dixwaze ku nehêle şîrketên enerjiyê di sala 2023'an de buhayê gaz û elektrîkê zêde bikin.

Hikumet, ji bo krîza enerjiyê bitepisîne ku bandorê li budçeya gel dike, ferman da ku ji bo sala bê buhayê enerjiyê heta astekê bê zêdekirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîldê, pêşnûme qanûna li ser rawestandina buhayê enerjiyê yê sala bê, wê şîrketên xizmeta cemaweriyê neçar bihêle ku nikaribe buhayê enerjiyê zêde bike.

Eger pêşnûme bê qebûlkirin, fîrmayên enerjiyê wê neçar bimînin ku zamên ji bo sala bê eşkere kirine, betal bikin.

Hikumeta Federal plan dike ku ji meha Çileyê û pê ve buhayê elektrîkê ji bo malekê yan jî fîrmayeke biçûk heta asta ji sedî 80'î serê kîlovatekê di asta 40 centî de bihêle.

Ji bo şîrketên navîn û mezin jî, di asta ji sedî 70'î de serê kîlovatekê wê 13 cent be.

Buhayê gazê jî wê ji 1'ê Adarê û pê ve bê bisînorkirin û ev buha jî wê ji bo dema derbasbûyî jî derbasdar be.